Dadgeha Federal: Divê karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî mûçeyên xwe wergirin

Serokê Dadgeha Federalî ya Iraqê Casim Amirî got: “Nabe tu pirsgirêk di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bibe sedema paşxistin û birîna mûçeyan”.
Amirî diyar kir ku dadgeh wê li ser mijara mûçeyên karmend û kesên teqawit ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.
Amirî bal kişand ser wê yekê ku divê li hemû parêzgehan bi awayekî wekhev reftar bi karmendan re bê kirin û got: “Heman dan û stendinên ku li ser karmendekî li Zaxoyê tê kirin, divê li Bexda, Selahedîn, Mîsan, Diyale û Besrayê jî bê kirin, ji ber ku nabe mûçe bên paşxistin. Ew pere ji bo debara mirov e”.
Amirî herweha got: “Destûr teqezî li ser wekheviya hevwelatiyan dike, pêwîste karmend û xanenişînên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe wergirin û mûçe û dema mûçe jî wek parêzgehên din ên Iraqê be”.