Polîtîk

Haşimî: Hevpeymaniya mezina Kurd û Tirk hate damezrandin

Di derbarê serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya heftiya derbasbûyî li bajarê Amedê û hevdîtina wî ya li gel Serok Wezîr Erdogan û paşê serdana mala Parlementerê berê û siyasetmedar Seyyid Haşim Haşimî bajarê Cizîrê kir. Haşimî ku li Herêmê de serkirdeyeke baweriyê ye bi salane ji bo peywendiyên li navbera Tirkiye û Kurdên Iraqê de de kar dike û li nava pêvajoyê de cîh girtiye. 

Haşimi piştî serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevpeyvîneke taybet de vê serdanê nirxandiye û wiha şîrove kiriye:

Hevdîtina Amedê nîşana eweye ku êdî dema bi tirsê birêvebirinê dewletê bi dawî bûye. Ev guherîna ramanî ya li nava dewletê de li ser civakê jî belav bû. Ev hevpeymaniya ku li navbera Kurdan û Tirkan de eger bi awayeke serkeftî bête encamdan wê qedera rojhilata navîn biguhere.

Back to top button