Polîtîk

Haşimî: Barzanî ji bo Tirkiyê şanseke mezin e.

Siyasetmedarê Kurd Haşim Haşimî beşdarî li bernameya Ankaradan Bakinca (Nêrîna ji Enqerê) ya televizyona TRTturk kir û serdana Serokê Kurdistanê ya Diyarbekirê nirxand.

Haşimî balkişand li ser axaftina her du serokan (Erdogan û Barzanî) û da zanîn ku li axaftina wan de perçebûn tûneye û berevajiya wê pêkvejiyan û birayetî û aştî heye. Barzanî li rojhilata navîn remzeke mezine û nêzîkî sedsale bandora xwe li Herêmê xistiye. Gotina Barzanî ya bijî birayetiya Kurd û Tirkan û her wiha piştgirîkirina wî ya li pêvajoya aştiyê jî gelek girînge.

Her wiha Haşimî da zanîn ku Barzanî ji bo çareserkirina pirsa Kurd ya li Tirkiyê, ji bo Tirkiyê şanseke mezine. Hatina Şivan Perwer û bîranîna Ehmed Kaya jî helbet gelek girîng bûn û eger ev pêvajoya çareseriyê bê rawestan berdewam bibe wê bigihe encameke baş.

 

Back to top button