Polîtîk

Hamasê sîxurên Îsraîl kuştin û ji erdê ve kaş kirin

 

Milîtanên Hamasê, 6 Filistîniyên ku, hatiye îdiakirin bi Îsraîl re hevkarî kirine, înfaz kirin. Piştî înfazê, termê kesekî ku kuştin, bi wesaîtekê ve girêdan û li kolanan, bi qornê xistin û ji erdê ve kaş kirin. 

Li gorî nûçeya AFPê a ku xwe spartiye kesên ku bûyer bi çavên xwe dîtine, çekdarên di hundirî mînîbûsekê de, li taxeke Gazzeyê sekinîne û 6 kes ji mînîbûsê peya kirine. Milîtanên hamasê yê çekdar, bi xwe ji mînîbûsê peya nebûne û ew 6 kesên ku derxistine derve dane ber guleyan. 

Dûra jî termê yekî bi wesaîtê ve girêdane û li bakurê Gazzeyê li qornê xistine û term ji erdê ve kaş kirine. 

Dîsa roja înîya borî jî milîtanên Hamasê, bi hinceta “hevkarî bi Îsraîl re kiriye” mirovek înfaz kiribûn. 

Di derbarê înfazan de heta niha Hamasê ti daxuyanî nedane lê Wezîrê Karên Hundir yên hikumeta Gazzeyê, eşkere kiribû ku ew kesana, ji ber sîxuriya Îsraîl hatine sûcdarkirin û hatine binçav kirin. 

Li gor zagonên hikumeta Filistîn, bi dijmin re hevkarî, sedema mirov ber bi darvekirinê ve birin e.

    

 

Back to top button