Polîtîk

HAKPAR tevlî hilbijartina dibe

Partiya Maf û Azadiyan HAKPARê encama xebatên xwe yên rêxistinî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê mafê beşdarbûna hilbijartinên 14ê Gulanê bi dest xist. Piştî ku HAKPARê mafê beşdarkirina hilbijartina destve anî, li Diyarbekirê li gel hinek aliyên siyasî yên Kurd civînek kir û daxwazkir ku Tifaqek Kurdistanî avabikin û bi navê Tifaqa Kurdistanî bikevin hilbijartina.

Civîna li Diyarbekir hatî li darxistin de, Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan, Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk, Serokê PDK-Bakurê Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PDK’ê Reşît Akincî, Sekreterê Giştî yê Tevgera Azadî Metîn Pîranî û Berdevkê TDK-TEVGER’ê Cano Amedî amade bibûn. Lê di vê civînê de tu encam derneket.

Herweha aliyên siyasî dan xûyakirin ku, ewê dîtina xwe di vê derbarê de ji HAKPARê re diyar bikin. Eger aliyên beşdarî civînê bûyîn bersivek erênî bidin û Tifaqkek Kurdistanî bê avakirin , dê aliyê Kurd bi navê vê Tifaqê beşdarî hilbijartina bibe û li gel Tifaqên ku heyî Kurd jî bi navê Tifaqa xwe derdikevin qada hilbijartina. Eger partî û aliyên navbûrî bersivek erênî nedin , dixweyê dê HAKPAR demek nêzik de bernameya xwe ya hilbijartinê eşkere bike û dest xebatên hilbijartinê bike.

Back to top button