Nivîsar

Divê hebûna miletê Kurd û perwerdehîya bi zimanê kurdî bê bêqebûl kirin

Serokê PAKê Mustafa Ozçelik di derbarê civîna li ser banga HAKPARê hatibî li darxistin, daxûyanike belav kir.

Ev deqê Daxûyaniyê ye:

Agahdarî di derbarê civîna ku li ser banga HAK-PARê li dar ketibû û PAK jî beşdar bibû
HAK-PARê, ji bo tifaqa hilbijartinan li Amedê bi PAK, TDK-TEVGER, PSK, PDK-BAKUR,
PDK, Hereketa Azadî ra hevdîtin kiribû û bangeke nivîskî jî dabû van alîyan. HAK-PARê
pêşniyar anîbû ku, van alîyan gişt di roja 21.01.2023yê da ji bo tifaqa hilbijartinan civîneke
hevbeş li dar bixin.
Heyeteke PAKê ya ku ji Serokê Giştî û Cîhgirên Serokê Giştî Rêzdar Nûrûllah Tîmûr û
Rêzdar Vahît Aba pêk hatî, êvara 21.01.2023yê beşdarî vê civînê bûn. HAK-PAR(Partîya
Maf û Azadîyan), PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a
Kurdistanê), PDK-Bakur(Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur), PDK(Partîya Demokrat a
Kurd), Hereketa Azadî beşdarî civînê bûn.
Serokê HAK-PARê Rêzdar Duzgun Kaplan di civînê da van nêrînên xwe pêşkêş kir:
’’HAK-PARê mafê beşdarbûna hilbijartinan bidestxistîye. Em dibêjin werin em lîsteyên HAK-
PARê , deklerasyona hilbijartinê û bernameya xebatê ya hilbijartinan bi hevdu ra amade bikin
û li ser navê HAK-PARê em beşdarî hilbijartinan bibin’’.
Hemû partî û tevgerên ku beşdarî civînê bibûn, di derbarê vê pêşniyarîya Rêzdar Duzgun
Kaplan da bîr û ray û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.
Me wek PAK di derbarê vê pêşniyarîya HAK-PARê da van nêrîn û pêşeniyarîyên xwe pêşkêş
kirin:
‘’HAK-PARê eve 8 salin ku bi awayekî neyênî pêşewazî li pêşniyarîyên PAKê û yên partîyên
din yên ji bo hevkarî û xebatên hevbeş kirîye. Lê li gel vê helwesta HAK-PARê jî, em
amadene ji îro pê ve ji bo berjewendîyên gelê xwe, xebatên hevbeş bi hevdu ra bimeşînin.
Lê em dibêjin bi tena serê xwe tifaqeke hilbijartinê dê ne rast be û dê di raya giştî ya
Kurdistanê da bi awayekî erênî neyê nirxandin. Em dibêjin li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi wê
yekê heye ku, ji bo tifaqeke stratejîk, mayinde ya neteweyî, demokratîk divê hinek gavên
destpêkî bêne avêtin. Ji bo vê rastîyê jî, berîya her tiştî, divê em ji bo ava kirina hevkarîyeke
neteweyî demokratîk ya ku prensîbên stratejîk,yên neteweyî, Kurdistanî û xebata daxwazên
acîl ên miletê Kurd bi hevra bimeşînin gavekê bavêjin û sîyaseta xwe ya di derbarê tifaqên
hilbijartinan da jî em wek perçeyekî vê hevkarîyê tesbît bikin. Armanca esasî ya Hevkarîya
Milî, Demokratîk, ava kirina tifaqeke stratejîk, mayînde ya doza azadîya Kurdistanê ye. Lê
herweha Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê berîya hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê, di dema
hilbijartinan û ji bo hilbijartinên herêmî jî van hersê bernameyan bi hevdu ra bimeşîne:
Bernameya ji daxwazên stratejîk yên Kurdistanî pêk hatîye; bernameya ku ji daxwazên acîl
ên miletê Kurd pêk hatîye; bernameya sîyaset û xebatên hilbijartinê. Em dibêjin ya rast ewe
ku em van hersê bernameyan bi hevdu ra bimeşînin’’.
Di derbarê vê pêşniyarîya me da, Rêzdar Duzgun Kaplan ev tişt gotin: ‘’Nuha wext teng e. Di
vê wexta kin da pêkanîna hevkarîyeke milî, demokratîk zehmet e. Werin ewil em tifaqa
hilbijartinê pêk bînin. Piştî hilbijartinê jî em dikarin li ser hevkarîya milî, demokratîk biaxivin. Û
heger mimkun be heta yekê sibatê di vê derbarê da hûn biryara xwe ji me ra bêjin emê
kêfxweş bin’’.
Di derbarê vê pêşniyarîya HAK-PARê da me wek PAK van nêrîn û pêşeniyarîyên xwe
pêşkêş kirin:

‘’Em nabêjin werin îro em cepheyeke rizgarîya neteweyî ava bikin. Di rêya tifaq, cepheyeke
berfireh ya stratejîk, mayînde ya neteweyî, Kurdistanî da, wek gava destpêkî, em dikarin îro
hevkarîyeke milî, demokratîk pêk bînin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi demeke dirêj nîne, em
dikarin di demeke kurt da jî vê hevkarîyê pêk bînin.
Bi awayekî giştî sîyaseta PAKê ya di derbarê Parlamentoya Tirkîyeyê û hilbijartinan da
aşkere ye. Helwestên PAKê yên 8 salên bihurî jî nîşan daye ku, PAK nabêje ‘’ hilbijartin me
eleqedar nake’’. PAK dibêje, ‘’Divê di hilbijartinan da, em li gorî prensîbên neteweyî,
demokratîk, gelê xwe bê alterntîf nehêlin’’.Lê di derbarê hilbijartinên ku dê di roja 14ê
Gulana 2023yê da li dar bikevin da me hîna biryareke nîhaî nedaye. PAK eve 8 sale ku,
berîya her hilbijartinekê, di nava partîyê da pêvajoya nirxandin, gengeşî, pêşniyar wergirtinê
pêk tîne. Ev jî nîşana rêzlêgirtina îradeya endamên PAKê û nîşana demokrasî û azadîya
navxweyî ya PAKê ye. Ji bo vê hilbijartina ku di 14ê Gulana 2023yê da dê li dar bikeve,
pêşniyarîya HAK-PARê jî di nav da, emê di nava hemû endamên PAKê yên li Kurdistanê,
Tirkîyeyê û Ewropayê da pêvajoya nirxandin, gengeşî û pêşniyar wergirtinê destpê bikin.
Piştî ku me pêşniyarî û meylên hemû endam û teşkîllat û komîteyên xwe wergirt, emê di vê
derbarê da civîna Meclîsa Partîya xwe li dar bixin û biryareke nîhaî werbigirin. Ji ber vê
rastîyê, ne mimkune ku em heta yekê sibatê bersîvekê bidin we; herweha ne maqûl e ku hûn
jî di nava wexteke ewqas teng da, di nava hefteyekê da daxwaza bersîvekê li me bikin. Lê ya
rast ewe ku, HAK-PAR di demeke maqûl da bersîva vê pêşniyarîya me bide da ku em jî
bikaribin di demeke herî kin da bersîva pêşniyarîya HAK-PARê bidin. Em dibêjin rêya herî
bitenduristî û berhemdar dê ev be’’.
Belê civîna roja 21.01.2023yê bi şiklî bidawî hat.
Bi vê minasebetê em dixwazin nêrînên PAKê yên di derbarê Hevkarîya Milî, Demokratîk da û
hinek pêşniyarîyên wê yên di derbarê hilbijartina ku di 14ê Gulana 2023yê da dê li dar
bikeve, bi raya giştî ra parve bikin.
Nêrîn û pêşniyarîyên me yên di derbarê Hevkarîya Milî, Demokratîk û hilbijartinên 14ê
Gulana 2023yê da
Sîyasete ma ya di derbarê hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê da, divê wek beşeke sîyaseta me
ya Hevkarîya Milî, Demokratîk û beşeke xebatên ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd bê
hûnandin. Bi vê hişmendîyê em dixwazin sîyaseta xwe ya di derbarê Hevkarîya Milî,
Demokratîk û pêşniyarîyên xwe yên di derbarê hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê da bi raya
giştî ra parve bikin:
1) Li Bakurê Kurdistanê, ji bo pêşdebirin û serkeftina doza azadîya Kurdistanê, pêwîstîya me
bi Hevkarîyeke Milî, Demokratîk ya ku li ser esasê prensîbên neteweyî, Kurdistanî bê ava
kirin heye. Hevkarîya Milî, Demokratîk dikare bibe destpêka tifaqeke mayînde, stratejîk ya
neteweyî, kurdistanî ku potansîyela herî berfireh a li Bakurê Kurdistanê bibe pêkhateyên wê.
2) Hevkarîya Milî, Demokratîk, dikare li ser bernameya armancên stratejîk yên doza azadîya
Kurdistanê û bernameya dawazên acîl ên miletê Kurd bê ava kirin.
a) Em dibêjin prensîbên stratejîk yên esasî yên Hevkarîya Milî, Demokratîk dikarin ev bin:
Qebûl kirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê; qebûl kirina mafê statuyeke sîyasi, neteweyî,
coxrafî ya li ser axa Kurdistanê; qebûl kirin û rêzlêgirtina Alaya Kurdistanê û hemû nirxên
neteweyî yên miletê Kurd; rêzlêgirtin û qebûlkirina azadî û demokrasîyeke navxweyî ya ku li

ser esasê mafen etnîkî, dînî, mezhebî, civakî, sîyasî, fikrî, cinsî yên hemû pêkhateyên
Kurdistanê hatibe ava kirin.
Hevkarîya Milî, Demokratîk ji bo pirsa Kurdên ku li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn jî
dikare vê sîyasetê biparêze: Pirsa Kurdên ku li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn, pirsa
mafên zimên, kulturî û demokratîk yên kurdan e; pirsa li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku
kurd weke nifûs piranî ne, mafê xwe îdare kirinên herêmî ye.
b)Bernameya Daxwazên Acîl ên Hevkarîya Milî, Demokratîk dikare bi kurtayî bi vî şiklî be:
Divê hebûna miletê Kurd û perwerdehîya bi zimanê kurdî bê bêqebûl kirin. Divê zimanê
kurdî bibe zimanê fermî. Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ber dezgeh û partîyên bi
navê Kurdistanê ji holê rabin. Divê van mafan gişt di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên
Dewleta Tirkîyeyê da bêne bicîh kirin. Divê hemû astengî û qedexeyên li pêşîya azadîya
ramanî, dînî û rêxistinî bêne rakirin û di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din da bêne garantî
kirin. Divê hemû kesên ku ji ber xebatên xwe yên siyasî û ji ber nivîsandin û îfadekirina
fikrên xwe di hefsan da ne bêne berdan û dawî li van hemû dozên hatine vekirin bê anîn.
Dewleta Tirkîyeyê, divê hemû peymanên navnetewî yên ku îmze kirine û hemû peymanên
navdewletî bicîh bîne, hemû şerhên xwe yên danîye ser peymanên navnetewî ji holê rake.
3)Li gel PAK, TDK-TEVGER, PSK, HAK-PAR, DESTPÊKA NÛ, PDK-BAKUR, PDK,
HEREKETA AZADÎ, hemû partî û grûbên kurdistanî yên ku vê bernameya Hevkarîya Milî,
Demokratîk bipejirînin dikarin bibin pêkhateyên Hevkarîya Milî, Demokratîk. Hevkarîya Milî,
Demokratîk divê hevkarîyeke weha be ku berîya hilbijartinan, di dema hilbijartinan û piştî
hilbijartinan jî berdewam be, divê ji bo Hilbijartinên Şaredarîyan jî xwe amade bike. Herweha
Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê ava kirina tifaqeke Kurdistanî ya mayînde, stratejîk ya ku
bikaribe potansîyela herî berfireh a civata Kurdistanê bibe pêkhateyên wê ji xwe ra bike
armanc.
4) Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê di hilbijartinên parlamentoyê yên 14ê Gulana 2023yê da,
gelê me bê alternatîf nehêle. Li gorî vê perspektîfa ku hatîye tesbît kirin, dikare, wek dengê
gelê Kurd û Kurdistanê, alternatîfa xwe ya ku, li gorî şerdan bikaribe planên cuda
cuda(başdarî hilbijartinan bibe û parlamentoyê jî wek platformekê bikar bîne, beşdarî
hilbijartinê bibe û sonda parlamenterîyê nexwîne, boykot û alternatîfên din) bide ber xwe
pêşkêş bike. Hevkarîya Milî, Demokratîk di dema hilbijartinê da, li gel daxwazên stratejîk ên
miletê Kurd, zêdetir jî dikare daxwazên acîl ên miletê Kurd bîne rojevê.
5) Hevkarîya Milî, Demokratîk, li gorî vê perspektîfa ku hatîye tesbît kirin, di herdu tûrên
hilbijartinên serokkomarîyê da dikare vê helwestê nîşan bide: Kîjan namzedê serokomarîyê
yê ku daxwazên acîl ên miletê Kurd bipejîrîne û li ber raya giştî teahûdê bide ku dê van
daxwazên acîl di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên Dewleta Tirkîyeyê da bicîh bike, emê
piştgirîya wî bikin.
6) Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê lê bixebite da ku potansîyela herî berfireh ya civata Kurd
û Kurdistanê, partî, rêxistin û dezgehên sivîl li dor daxwazên acîl ên miletê Kurd bicivîne.
Herweha divê ji bo ku li gel daxwazên demokrasî, azadî, edalet û wekhevîyê, daxwazên acîl
ên miletê Kurd, jî di Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê da cîh bigire, divê li gel
potansîyela mimkun a civata Tirkîyeyê di nav dîyalog û hevkarîyê da be.

04.02.2023
Mustafa Ozçelîk(Serokê Giştî yê PAKê)

Back to top button