
PKK bi tehdîta hewldide bacê ji xelkê bistîne.Li Stockholmê bi tehdîta xwediyên kar mecbur dikin pereyan bidin PKKê.
Li Stockholma paytextê Swêdê, kesek ji aliyê dadgeha navçeya Stockholmê ve bi tohmeta hewldana fînansekirina terorê hat binçavkirin. Li gorî dozger Hans Ihrman, gumana wî ew e ku wî hewl daye ku PKKê fînanse bike.
Kesê ku hatî girtin 40 salî ye, hemwelatiyê Tirkiyê ye û nêzîkî pênc sal in li Swêdê ye. Di belgeyên dadgehê yên ji aliyê Ekot ve hatine xwendin de, diyar dibe ku gumanên hewldana fînansekirina terorê di çarçoveya lêpirsîna li ser teşebûsa tehdîtkirina bi kuştinê derketiye holê.
Ev kesji aliyê Dadgeha Stockholmê bi tohmeta sûcên giran û bikaranîna çeka û fînansekirina terorê jî hat girtin.