Polîtîk

HAK-PAR: Gelê me li Başûr hevceyê pişgiriyê ye

Beyana dawi ya Diwana Serokatiyê ya HAK-PAR’ê

Diwana Serokatiyê ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) dı 23-24ê tebaxê li Enqerê, di Navenda Gışti da kom bû, gor rojeva xwe li ser babeta hazıriya Komcivîna 6’an, li ser hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê û êrişa dawî ya DAÎŞ’ê dijî Herêma Kurdistanê sekinî û ji bo raya giştî beyana dawi derxist:

Hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê

Ji herkesî ra malûm e, di 10 Tebaxê da hilbijartına Serokkomariya Tirkiyê çêbû. Çawa dı beyana Encumena Partiya me ya 20’ê Tîrmehê da hatibû êlankirin, me gazi heval û hevbendên xwe kiri bû ku neçin ser sindoqê û deng nedin tu kesî. Ji ber ku qanûna hilbijartinê di vî warî da jî ne demokratîk e, ji çend partiyên ku di parlamenê da grûbên xwe hene pêve, rê nade tu partiyekê ku namzetekî nîşan bide.

Di vê hılbijartinê da dereca dengdanê gor hilbijartinên berê gelek kêm bû, di sedî da 73. Ango 14 milyon kes neçûn ser sindoqê û deng nedan. Hinekan gotin ji ber ku havîn e, xelk li der e, tatîlê dike. Lê xuya ye, sedem ne tenê ev e, gelek ji xelkê ji hersê endamên heyî qayîl nebû û dengê xwe nedayê.

Di tûra yekem da Namzetê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan % 52 deng stend û hat hilbijartin. Ev ji bo wî û AK Partiyê serkevtineke teze ye. Piştî hilbijartinê Wezîrê Derva Ahmet Davutoglu ji bo serokatiya AK Partiyê û wek Serokwezîrê teze hat nîşandan.

Erdogan û Partiya wî berî hilbijartinê û piştî wê gelek behsa “Tirkiyeya Teze” kirin. Behsa rakirina “vesayetê” û pêvajoya çareseriyê kirin. Gelo ew gotin û wadên wan, çi encam bidin, bi rastî li Tirkîyê rê vekin ji bo guhartineke teze û baş gor dil û daxwazên welatiyan, yan jî wek gotinên xweş bimînin wek gelek caran?.. Piştî vê demê Erdogan wek Serokkomar, Davutoglu jî wek Serokwezîr çi rolê bilîzin? Zeman dê nîşan de.

Bi raya me, li vî welatî guhartin û pêşveçûn bi çareserkirina pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê û bi avakirina demokratiyeke himçax dibe. Aşitî jî bi avayî tê welat. Divê qanûna esasî ya teze û demokratîk bê çêkirin û ji bo çareseriya pirsa Kurd û pirsên dinê projeyên rêk û pêk hebin û pêk bên.

Lê tiştê ku xuya dike, hukumeta Tirk îro tenê ji bo bêçekkirina PKKê mijûl e. Em jî helbet dixwazın ku PKK dev ji silehan bi temamî berde. Me tim jî got, pirs bi riya şer û şewatê çareser nabin. Nêzî du salan e şer sekinî bû û em naxwazin çardin çêbe. Bona vê yekê divê herdu alî jî bi berpirsiyari dakevin. PKK divê dirêj neke, dev ji sîlehan berde. Dewlet û Hukumeta Tirk jî zemîna yasayî ji bo vê yekê hazir bike, da ku yên serê çiyê dakevin, yên zindanî azad bin, yên der welat bikaribin bi serbestî vegerin. Her usa jî bo van kesan riya siyasetê vebe. Heya ku ev tişt nebin û herdu alî jî di vî warî da dilsoz nebin, ger bixwazin bi vî awayî hevdu bixapînin, dîsa xetereke mezin heye ku şer û pevçûn vegere wek berê.

Li aliyê din, tenê bi bêçekbûna PKKê pirsa Kurd çareser nabe. Esasê vê pirsê naskirina maf û azadiyên gelê kurd e li ser esasê wekhevîyê. Ew jî gor me bi avakirina saziyeke federalî dibe. Lê mixabin di vê pêvajoyê da çi hukumet çi PKK, ne xwediyê daxwaz û pêşnîyareke han in. Hingê gotinên wan jî bawerî nade xelkê. Bi helwesteke han pirsa Kurd çareser nabe û ev welat nagihîje aşitîyê û demokrasiyeke himçax.

Êrişa DAÎŞ’ê ser Kürdistan’ê

Ew guhartinên mezin ên van salên dawî li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkê, baş nîşan dide ku dezgeya di dema Şerê Mezîn ê Pêşîn da li vê herêmê hatibû avakirin êdî têk diçe. DAÎŞ di dema vê ser û binê da, wek beşekî El Qaîdê derkete meydanê. Bi bîr-bawerîyên xwe yên Wehabî-Selefî û metodên êrişger û hovane ku bi kar tîne, koka xwe digihîje boriya Dûr, dema pêşin a Îslamê. Ev şer û pevçûnên ku van salên dawî li Iraq û Sûrî ji bo hukim û bi rengekî mezhebi çêdibin, firsendeke baş dan vê rêxistinê ku xurt be, gelek dewletan jî alîkarî danê. Her usa, piştî ku Mûsil bi dest xist, bû xwedî gelek pere û çekên modern.

Ev êrişa DAÎŞ’ê dijî hin herêmên Kurdistanê wek Şengal û Mexmûr, bi taybetî ji bo Kurdên Êzdî bû sedema trajediyeke teze. Hukumeta Herêma Kurdistanê ne li benda êrişeke han bû, peşmerge ji bo parastinê ne hazır bûn. Di dest DAÎŞ’ê da sîlehên teze û xurt hebûn ku him dewletên wek Suudî dabûnê him jî piştî dagirkirina Mûsilê sîlehên ku ji leşkerê Amêrî mabûn ew jî ketibûn dest vê rêxistina xûnxwar. Di dest Kurdan da tenê çekên sivik hebûn; bona vê yekê nekarîn xwe û xelkê biparêzin û vekişîn.

Ev vekişîn bu sedemê tirs û panîkêke mezin. Bi taybetî Kurdên Êzdi bi rê û çiyan ketin. Yên ku ketin destê êrişgeran ji wan bi sedan mêr hatin kuştin, bi sedan jin jî hêsîr kirin û birin. Ji jin, zarok û kalan bi sedan kes di dema koçê da û li çiyayê Şengalê ji tî û birçitîyê qir bûn. Bi dehhezaran jî bi gelek rêyan, bi meşeke dijwar çûn gihan ciyên ewle li Herêma Kurdistanê. Nuha li wir digel wan, ji Kurd, Tirkmen û Erebên Şîa bi sedhezaran koçber civîyaye û halê wan ne baş e. Çareserkirina pirs û hewceyiyên ewqas kitleyeke mezin ji bo Hukumeta Herêma Kurdistanê jî ne hêsan e.

Bi vê êrişê careke din li ber çavê dinyayê eyan bû ku ev DAÎŞ çi rêxistineke hov û xeterbar e. Rêxistina Milletên Yekbûyî dereng be jî bi halê Kurdan eleqeder bû. Kiryarên DAÎŞ’ê komkujî ye, curmên dijî mirovatiyê ye û divê Dadigeha Cezayî yê Navnetewî dest bavêjîyê, berpirs û curmkarên vê rêxistinê ceza bike.

Piştî ku dereca êrişgeriya DAÎŞ’ê û encamên vê êrişê eyan bû, hin dewletên Rojava, wek Amêrika, Franse û yên din ji bo alîkariya hukumeta Kurdistanê tevgeriyan. Pêşmerge xwe da ser hev û berê DAÎŞ’ê da. Amerîkê jî bi bombebarana ezmanî alîkari daye pêşmerge. Bi vî awayi DAÎŞ hat sekinandin û ji gelek ciyan vekişî. Lê Şengal mixabin heya îro nehatiye xilaskirin.

Vê êrişê kêmasiyên Herêma Kurdistanê di warê parastinê da jî nîşan da. Baş xuya bû Hukumeta Bexdayê, ku xwedî leşkerekî mezin e û di dest da sîlehên baş û giran hene, nikare him xwe him jî tu herêmê ji êrişên han biparêze. Herêma Kurdistanê jî nekariye heya îro leşkerekî nîzamî û xurt ava bike bi çek û sîlehên teze û giran. Bi vî awayî heq û destkevtiyên Kurdistanê nayên parastin. Bona vê yekê divê Hukumeta Kurdistanê û hemû partî û serokên ve herêmê dest bidin hev, bi vî karî mijûl bin û jê ra çareyekî bibînin.

Dîsa di dema vê êrîşê da cardin xuya bû, ew dewlet, hêz û kesên ku ne dostên Herêma Kurdistana Azad in, heya naxwazin Kurd li tu derê bibin xwedî heq, ev bûyer wek firsendeke teze bi kar anîn, dıjî Hukumeta Kurdistanê û dijî pêşmerge propagandeyeke xurt bi rêva birin, xwestin hukumeta herêmê bê êtibar bikin. Em wek HAK-PAR van hêz û kesan gunekar dikin û piştgiriya xwe ji bo Hukumeta Herêma Kurdistanê û bo Serok Mesûd Barzanî nîşan didin. Gelê me yê Başûr û hukumeta wê îro hewcedarî vê piştgiriyê ye.

Her usa jî em wek HAK-PAR gazî hemû heval hogiran, gazî kes û rêxistinên aştîxwaz û humanîter dikin ku piştgiriya Kurdên Êzdî bikin, da ku ew birînen xwe derman bikin û ji vê tengasiyê jî xilas bin.

24 Tebax- 2014

Back to top button