Civak

Haciyên Kurd berev Mekkeyê çûn

Yekemîn sefera Haciyên Kurdistanê ya berev Mekkeya pîroz ji her dû Balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ve destpêkir û yekem Hacî jî li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Li vî derbarî de Merîwan Neqşîbendî Peyvdarê Wezareta Ewqaf‌ û Karubarê Olî ragihandiye piştî wê yekê ku tevahiya Haciyên Kurdistanê dengên xwe dan îro karwana Haciyên Kurdistanê berev Mekkeya pîroz ji her dû Balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ve destpêkir.

Di derbarê pêvajoya seferkirina Haciyan jî ragihandiye heta 29 ê vê mehê sefer berdewam dibin.

Her wiha Neqşîbendî eşkere jî kiriye ku îro jî berî seferkirinê yek ji Haciyên li bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button