Nivîsar

Gurên xwelîkî û sor yên pîr careke din har bûne

Bawerê OmerîBawere-Omerî@hotmail.comGurên xwelîkî û sor yên pîr careke din har bûne Bawerê Omerî Bav û bavpîrên wan ji hezar salî ve ji ber serma û birçîbûnê li beja Asiya navîn har bibûn, ji ber wê sedemê dev ji Asiya navîn berdidin û berên xwe didin Asiya başûr, li wir dixwestin bi diranên xwe yên tûj lawir û mirovan bikujin û laşên wan ji hev bidirînin, ew dêwana di devê riya xwe re, serên xwe ber bi jor ve dikirin û bi zûrezûr di êrîşên xwe de hişk û ter dişewitandin, keleh, xan, seray, koçk û dîwar diherifandin, zevî û bexçe û gulistan di bin her çar ling û naperûşkên xwe de talan dikirin û diçilmisandin.Bi wan êrîş û direndî û talanên xwe bi dehê salan Asiya navîn û başûr di nav golên xwînê de hiştibûn, xelkên wir ji ber irînî û zordariya wan guran bi hawar û qêrîn bûn, û kesek nediçû bi hawara wan ve, vêca piştî ew gurana serkeftin û pisporiya wan di kuştin û talanan de pir bibû, dev ji wir berdidin û tên rojhilata navîn û Ewropayê.Li van welatên nû, gelek gurên manco* û şêr û pilingên bi hêz hebûn, ew gurên xwelîkî û dev bi xwîn di destpêkê de ya xwe di wan de nedidîtin, ji ber ku wê çaxê hîn bê pişt bûn, ji lewra ji xwe re li heval û dostên nû digeriyan. ji xwe ji berê de li Ewropayê û rojhilata navîn gelek çeqel, keftar, rovî, piling û şêrên pîr û bi hêz û yên bi kêrnehatî jî hebûn, wan guran bi xap û rîp ew hemû civandin û kirin hevalbendên xwe, gunhê vanê din bi rewş û pergala wan gurên zordar dihat, û ew li şikeft û kozik û şikêrên xwe diparastin.Di pêşî de wek mêvanan li van welatên nû hatin pêşwazîkirin, paşê bi sitemkarî û direndiya xwe bûn sermiyan û xwediyên welat û malxwiyên malê tevî. Piştî demek di ser hatina wan re derbas bû, û bi her çar lingên xwe baş zemîna van welatên nû digirtin, careke din har dibin û şer dixwestin û dest bi zûrezûrê kirin, dawî li karên xwe yên berê vegeriyan. Li vî alî û li wî alî ji pez û mişk û keroşk û mirîşka ta bighêje kerkedan û fîl û şêran, ti kes ji ber êrîş û talanên van guran ne dihatin berdan, vêca ji wê hovîtiyê gewdêd wan guran tevde dibûn bi xwîn, û ew çermêd wan yê bi mû û pirç û rengên wan yê xwelîkî bi xwîna sor dihate guhertin, dibû mîna rengê agirê sor, wê çaxê ligor wî rengê nû navê wan bû, Kızıl kürt **, ango, gurê sor. Di Hemû gur li seranserî cîhanê di şevê de dikin zûrezûr, tenê ev gurên xwelîkî û sor bi şev û roj dikin zûrezûr, ev tê wê wateyê ku ew tucarî dev ji hovîtiya xwe bernadin, û her bîst û çar demjimêran berê wan tim bi wêrankirinê deye, û pir pir pir zor e, ku kesek karbibe van gurên wisa hov û dirende wek hemû lawirên din kedî bibin.De mane, berî ev gurên xwelîkî û sor ji Asiya navîn bêne rojhilata navîn, rewşa vê herêmê jî ne evqasî ewle bû, ji her çend salan şêr, piling, gûrên manco, çeqel, rovî, mar û gumgumokan li vir jî li talanê hevdû didan, carekê xwe bi xwe hev talan dikirin, û carinan jî li talanê beja Efrîqya û Ewropayê didan. Herweha şêr û pilingên li Ewropa û Efrîqyayê jî di nav cengên giran de şerê hevdû dikirin. Ji demeke dirêj ve hirç û şêr û pilingên li Ewropayê ji xwe re li hevalbendekî bi hêz digeriyan, ku li beja Ewropayê di şeran de piştgiriya wan bikin, û berjewendiyên xwe bi wan li beja Asiya û Efrîqayê û li rojhilata navîn biparêsin.Çaxê hirç û şêr û pilingên li Ewropayê bihîstin, ku keriyê gurên xwelîkî û sor yên pîr hatine rojhilata navîn û dengê zûrezûra wan dighêje ezmanê hefta, û xwe bi hêz kirine û li şer digerin, rabûn têkiliyên xwe bi serûkê wî kerî re çêkirin, û peymaneke dîrokî ku ta roja îro jî ew pê pabend in bi wan re danîn. Di wê peymanê de, merceke sereke hebû, ku bi vî şêweyî hatibû nivîsandin:“ Em hirç û piling û şêrên Ewropayê û gurên Asyayê yên xwelîkî û sor in, em bi hev re îroj vê peymana hevaltî û dostanî û biratiyê imze dikin, ji bo em bên li dijî dijminên we piştgiriya we li rojhilata navîn bikin, û hûn jî li dijî dijminên me bên Ewropayê û piştgiriya me bikin.Dawî herdû alî gîhan daxwaz û armancên xwe, û kevirên xwe bi zanebûn birin dam. Piştî wê peymanê herdû alî ji nû ve dîn û har bûn, wê peymanê piştgirî û delîveke taybet da gurên xwelîkî û sor, hirç û şêr û pilingên li Ewropayê pilanên şer û talan û êrîşan datanîn, û bi wan guran re cîbicî dikirin. Ji nû ve careke din bi wê piştgiriya bi hêz dest bi êrîş û talanan xwe kirin, ji lewra ezman û zemîn herdû dan ber xwe, dev û diranên wan bighana kîjan deverê, ew der mîna hesin dihate pişaftin, nav û dengên hêza wan ya nû li hemû cîhanê belav bû, hawar û qîr û ahîna mirov û lawiran ji ber çepeliya van guran dighişte ezmanê hefta, aferîdeyên ku dikarîbana riyekê revê ji xwe re bibînin, ew rizgar dibûn, û yên li dijî direndî û hovberîya van guran serî hildana, ew dihatin qirkirin, lê yên ku desthilatdariya wan bipejirandina û serê xwe ji wan re nizim bikirna, û qîma xwe bi kêmanî û bindestî û koletiyê banîna, ew dibûn hevalbendên van guran û cihên xwe di çeper û kozikên wan de germ dikirin.Bi her êrîşekê neçîrên xwe berbatî hev dikirin, tehtek, şikêrek, çiyayek, deştek, newalek, şikeftek, kelehek, gundek û bajarek nema, ku xwîn lê nerijandin, kanî, cobar, derya, gol, çem û çalên rojhilata navîn ji xwîna sor tijî kirin. Carina di êrîşên kujtinî de ji malbatekê yek tenê dihijitin, û carinan jî malbat tevî dihatin kujtin, di nav êla û hozan de kesên zana û jîr û bijarte ji bo kujtinê heldibijartin, di nav oldaran jî de bi xap û rîp û bi kêfa xwe bi wan dilîztin, carinan di bin qapût û cibeyên wan de xwe dikirin mele û şêx û sofî û feqe, û carinan jî ew qapût û cibe ji xwe dikirin û davêtin, û di şev û rojekê de xwe dikirin dijminê ol û oldariyê.Ji lewra ev gurên xwelîkî û sor demeke dirêj bi zanebûn û bi piştgiriya şêr û pilingên Ewropayê serweriya rojhilata navîn. Di sedsala bîsta de, ev dirende ji ber hêz û ziyan û gefdarî û xwîndariya xwe, hevalbendên wê ew bi direfşeke sor ji rengê xwînê xelat kirin, û ji ber karê wan yê hovane li ser zemînê têra wan nedikir, wan nema dizanîbûn wê şerê kê bikin û yê kê nekin, ji lewra wan xwe amade dikir, ku biçin li ser heyv û stêrkan jî şer bikin û xwînê birjînin, rencîn û ziyana wan gihişte ezmanan û hemû heyv û stêrk wêran û perwêçe werçe kirin, ji hejmara bêdawî yan heyv û stêrkan, yek nûheyv û stêrkek tenê hiştin, ji ber vê yekê jî wêneyê yek nûheyvê û stêrkekê tenê li ser wê direfşa xwe ya sor danîne, armanca wan jê ew bû, ku xwe bighênin ezmanan û dest bi wêrankirina wan nûheyv û stêrkê jî bikin.Ji hezarên salan ve şêr û piling û gurên manco yên rojhilata navîn, xwediyê direfşeke dîrokî bûn, ku li ezmanan bi rengê kesk û sor û sipî û di nava van rengan de jî rojeke reng zer hetibû neqişandin, lê gurên xwelîkî û sor yên Asyewî ne ji zûde bibûn xwediyên vê direfşa sor. Ev hovitî û direndî bi sedên salan dirêj kiriye, û di hemû dem û qûnaxan de, ev gurên xwelîkî û sor û hevalbendên wan yên Ewropayî toşî êrîş û berxwedana şêr û piling û gurên manco yên rojhilata navîn dibûn, carina di êrîş û şerên xwe de dişkestin û bi paş de direvîn, û carinan jî bi serdiketin. Gur in, har in û pîr in û ji şeran westiyane, çi cara ku di qada şer de birîndar dibûn û ji desthilanîn diketin, sermiyan û xwediyên wan yên li Ewropayê û rovî û çeqel û mar û gumgumokên li rojhilata navîn cardî ew li ser lingan radikirin, ji bo şerê xwe ranewestînin.Pir mexabin, ta roja îro hirç û şêr û pilingên li Ewropayê û rovî û çeqelên li rojhilata navîn dibînin, ku mirin û kuştin û nemabûna van gurên xwelîkî û sor li rojhilata navîn ziyaneke mezin dighînin wan, mabûn û nemabûna xwe jî bi ya van guran ve girêdidin, ango, çarenûsa xwe bi ya van gurên har ve girêdidin. Pêvajoya vî şerê sermedî û bê dawî ji nehsed salî ve ta roja îro hîn jî li rojhilata navîn didome. Di vê sedsala bîst û yekê de hemû cîhan li benda şêr û pilingên bi hêz in, ku bên û bi naperûşk û lepên xwe serên van gurên xwelîkî û sor bipelixînin, û xwezayê û lawir û hemû ademîzadan ji wan rizgar bikin.Ev şerê bêdawî, şerê man û nemanê di nav du direfşa de ye, yek jê sor e û ji rengê xwînê ye, û nûheyv û stêrkek li sere, û ya din jî kesk û sor û sipî ye, û di nîvê dilê wê de rojeke reng zer heye. Gelek caran susretên hîn kesî li cîhanê nedîne, çêdibin. Gelo heye rojek were û em susreteke nû bibînin, ku têde dawîya vî şerî û dijminatya li rojhilata navîn û li hemû cîhan bêt? Û dawî em li şûna van berberî û nakokiyan welatan ava bikin, û li şûna qadên şer dibistan û musexaneyan ava bikin, û dora wan bi bexçe û gulistan û ronahiyê bixemilînin, û em ê li ber deng û fîxanên bilbilê dilşadî û awazên sazan semayê bikin, û em ê peyalên meyê bi hev re binoşin û xatirê dawî ji sitemkarî û zordariyê bixwazin.13.05.2017 * Gurê manco, Ev nav ligor xwendineke lêkolînvan û helbestvan Salihê Heydo, navekî kurdî ye, miletê Kurd, Faris, Fireng, Babilî, Ermenî, Kildanî û Aşûrî ev nav li Gutiyên Kurd dikirin, Gutî (Kurdî) bi mêranî û mêrxasî û xweragiriya xwe di şeran de, ji dijminên xwe re bibûn tirseke mezin, gelek caran daykên Kurda ji bo zarokên xwe têxin xew de, weha digotin wan:“ Rûnên, razên wê niha gurê manco bê we ha!“. ** Kızıl Kürt: Navekî Tirkî ye, wateya wê bi kurdî, gurê sor e,, Kurda ji berê de digotin: Quzelkqurt, mebest jê ew bû, ku tu yekî bi vî navî bitirsîne, ji ber ku gurê sor, dirende û hov û bi hêz bû,û ziynên pir mezin dighandin der dora xwe, herweha ji ber nav û dengê wî yê ne baş û ne paqijiya wî jî ku bi xwinê tête pesinandan, dema zarokek gelekî bigriya, ya jî çend carekî doza tiştekî ji dayika xwe bikira, ya jî dema birçî ba, dayka wî weha digotê:“Wey Quzelqurt, de raweste ha!“. Ya jî :“Quzelqurtê bixwe, bela Quzelqurt be, wey Xwedê bike li te bibe Quzelqurt“.

Back to top button