Civak

Gurên Dêrsimê har bûne

Li bajarê Dêrsima Bakûrê Kurdistanê ji ber demsala zivistanê û hebûna befr û sermayê û nebûna xwarinê, Guran har kiriye û ew êdî berazên kuvî dixwin.

Li deverên çiyayiyên navçeya Mezra(Pulumur) ya bajarê Dêrsîma Bakûrê Kurdistanê wêneyên Guran hate girtin ku çawa berazeke kuvî dixwin. Ozgur Balci ku Wênegirekî devera Dêrsimê ye, rastî guran hatiye ku çawa berazê kuvî dixwin û yek bi yek wan dîmenan bi kameraya xwe girtiye.

Ew dide zanîn û dibêje: Pêşî gurek êrîşî berazê kir û ew kûşt paşê keriya guran hatin ser laşê berazê û ew perçe perçe kirin. Wisa xuya dikir ku gur gelek birçî bibûn. Li devera me gur û beraz ji berê de hebûn, lê ev dîmena min dîtî, birastî gelek balkêş bû.

Back to top button