Cîgirê serokê komîteya karûbaêrn navxwe ya parlamentoya Kurdistanê eşkere dike ku wan zaniyarî hene ku aliyekî siyasî boriya gaza Kurdistanê teqandiye lê jiber selametiya berdewamiya karê komîteya lêkolînê niha ew wan zaniyariyan kişif nakin.Nazim Herkî cîgirê serokê komîteya navxweyî li parlamentoya Kurdostanê ji kdp.info re dibêje:- Teqandina boriya gaza Kurdistanê ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de destek siyasî li pişr wê teqandinê ye û ev jî karekî gelek xerape çûnkî vê yekê peywendî bi qûtê xelkî ve heye û dê tesîreke xerap bike ji berku ev borî ne tenê mikê aliyek siysî lê ew milkê hemû kurdistaniyan ne.Herkî dibêje ku wan zaniyarî hene ka çawan ew kar hatiye kirin û diyare ku aliyekî siyasî li pişt wê teqaninê ye, lê ew naxwaze zaniyariyan eşkere bike heta komîteya lêkolînê ya ko ji aliyê wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê ve ji bo ku lêkolînê li ser wê kiryarê bike hatiye pêkanîn, karê xwe timam dike.Weke tê zanîn roja 30ê vê mehê borya gaza Kurdistanê ya navbera Kerkûk û Hewlêrê ji aliyê hin kesan ve hat teqanidin. Hin çavdêrên siyasî guman dikin ku ew borî ji aliyê tevgera Goran a bi serokatiya Newşêrwan Mistefa ve hatibe teqanin çunkî roja 20 vê mehê endamê serokatiya Tevgera Goranê, Ebdula Mobarek, di malpera xwe ya Facebokê de gefa teqandina boriya neftê û gef li kompaniya Danagaz kiribû.