Cîhan

Gul û Davutoglu dest siyaseta çalak dikin

Li gor nûçeyeka rojnama Duvar piştî hilbijartinên herêmî yên Tirkiye, li Enqere senaryonên siyasî yên nû têne axavtin.

Dê encama hilbijartina bandora xwe li 5 partiyên ku di parlementoyê de hene bike. Herweha piştî hilbijartina dê siyasetek nû derkeve holê û li gor vê jî partiyên nû dikarin bêne damezirandin.

Li ser ihtimala herî nêzik tê axavtin ewe ku, eve demeke behsa serokkomarê berê Abdullah Gul tê kirin. Herweha tê îdia kirin ku dê Abdullah Gul û serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu partiyek nû damezirînin.

Ji aliyek din tê gotin ku, mimkine Gul û Davutoglu partiyek nû ava nekin û di nava Partiya Sadetê de cih bigrin. Eger edresa van herdu siyasetmedara bibe Partiya Sadetê dê bandorek mezin li heyina AKPê bike û rewşa Erdogan bi xwe de jî guhertinekî peyda bike.

Partiya sadetê partiya Necmetin Erbakan bû. Yani ew bingehê ku AKP hitabê wan dike, Sadet Partî jî hitabê heman bingehê dike. Vêca eger siyasetmedarên weke Gul û Davutoglu di vê partiyê de cih bigrin û dest siyaseteka aktîf bikin dê hinge gelek guhertin di siyaseta Tirkiye de peyda bibin.

Niha du parlementerên Sadet Partî yê li parlementoyê de hene. Eger tevlibûna Gul û Davutoglu ya SPê çêbibe , dê partî kongreyek awarte li darbêxe û gelek siyasetmedar li gel Gul û Davutoglu tevlî partiyê dibin û partî serokek nû û reveberiyek nû hildibijêre û dikeve qada siyasetê de. Ev yek dê AKP û Erdogan bêxe tengasiyek mezin de.

Back to top button