Cîhan

Gul di meclisê de: Pêwîstiya welêt bi destûreke nû heye

Civîna parlamentoya nû ya Tirkiyeyê (TBMM) bi beşdarbûna parlamenterên bloka Ked û Azadiyê dest pê kir.
Abdullah Gul serokomarê Tirkiyeyê di civîna vekirina parlamentoyê peyvek dirêj pêşkeş kir û wî di gotara xwe de tekîd li ser destûreke nû bo Tirkiyeyê kir û kir û got  ku nabe destûra nû temsîla tu partî, rêxistin  û îdeolojiyek taybet bike, divê destûra nû tenê bo berjewendiyên gel bê dariştin û temsîla hemû pêkhatên Tirkiyeyê bike.

Gul di axaftina xwe de got ku wezîfeya herî girîng a parlamentoyê amadekirina destûra nû û pêşxistina demokrasiyê li Tirkiyê ye

Serokomar Gul got ku di sala 1221-1922ê de destûreke baş ji bo Tirkiyeyê hatbû danîn, lê ew destûr di sala 1980ê de ji aliyê arteşê ve hat guhertin,  “ji ber ku destûra niha ya Tirkiyê, destûra derbeyê ye û ji ber vê jî pêwîstiya welêt bi destûreke nû heye.”

Parlamenterên BDPê û bloka ked û azadiyê jî, îro li parlamentoyê amade bûn û biryar e piştî axaftina serokomar Abdullah Gul sond bixwen.

Serokê giştî yê BDPê Selahattin Demirtaş, îro beriya ku civîna parlamentoyê dest pê bike, diyar kir ku, ew hêvîdar in, parlamento bi ruhê parlamentoya 1922ê kar bike û pir bi lez vê xwînê bide sekinandin û aştiyê ava bike

Back to top button