Guhertina Destûrê û Kurd
Destûrek nijadperest e. Eger tu destnedî her 4 xalên ewil , tu cara destûra Tirkiye ji nijadperestiyê nayê pakij kirin. Yanî ev destûr mafekî dide ku hemû zordarî li dijê Kurdan bê kirin.
Dara Bilek
Li Tirkiye car cara guhertina Destûra Bingehîn tê gotubûj kirin. Hinek aliyên siyasî her çendekî behsa destûrê dikin û guhertina desturê dikin rojevek germ û gotubêj li ser têne kirin. Ev gotubêj ji partiyên siyasî destpêdike heta dighe medyayê û bernameyên taybetên kanalên televizyonan de ev babet ji aliyê huquqzana ve tê şirovekirin. Eger mirov li rastiyê binêre di vê pirsê de yanî guhertina destûrê de kesek yan jî aliyên siyasî tişta ku pêwiste bê gotin nabêjin. Yan jî newêrin bêjin.
Gelek vekirî destûra niha heyî ji aliyê rejimek leşkerî faşîzan ve hatiye çêkirin. Ev destûr bi darê zorê referandumekî de dane qebûl kirin. Gelek cara hnek partiyên ku bûyîn desthilat guhertin di hinek xalan de kirine. Di 20 salên bin desthilatdariya AKPê de jî gelek guhertin di nava destûrê de hatine kirin. Yanî niha mirov dikare bêje destûrek pûnekirî derketiye holê.
Lê pirsek heye ku dema behsa guhertina destûrê tê kirin, di cih de hinek aliyên siyasî dibêjin, başe werin em li hevbikin destûrê biguherin, lê nabe her 4 xalên ewil bêne guhertin. Ji xwe pirsa bingehîn jî di vê gotarê de ye.
Destûra ku niha heyî bi van 4 xalan de û gotara destpêka destûrê de, eşkere dixweyê ku, ev destûrek nijadperest e. Eger tu destnedî her 4 xalên ewil , tu cara destûra Tirkiye ji nijadperestiyê nayê pakij kirin. Yanî ev destûr mafekî dide ku hemû zordarî li dijê Kurdan bê kirin.
Gelo ev her 4 madeyên ku evqas gotubûj li ser têne kirin çine?
ÇAR MADÊN DESTÛRÊ ÇI NE?
Forma dewletê
MADE 1- Dewleta Tirkîyeyê Komarî ye.
Taybetmendiyên komarê
MADE 2- Komara Tirkiyeyê dewleteke hiqûqê ya demokratîk, laîk û civakî ye, di çarçoveya têgihiştina aştiya civakî, hevgirtina neteweyî û dadperweriyê de, rêz li mafên mirovan digire, bi Neteweperestiya Ataturk ve girêdayî ye û prensîbên bingehîn ên ku di destpêkê de hatine diyarkirin, esas digire.
Yekitiya dewletê, zimanê fermî, al, sirûda netewî û sermayeya wê
MADE 3- Dewleta Tirkîyeyê bi welat û miletê xwe ve yekpare ye. Zimanê wê tirkî ye.
AlaTirkiye; Li ser zemînê sor e û bi heyva spî û stêrk e ku şeklê wê di qanûnê de hatiye diyarkirin.
Sirûda wê ya neteweyî “Sirûda Serxwebûnê (Netirse Nakeve)” ye.
Paytexta wê Enqere ye.
Hikmên ku nayên guhertin
MADE 4- Di xala 1. a Destûra Bingehîn de xala ku şeklê Dewletê Komarî ye, taybetiyên Komarê yên di xala 2. de û bendên xala 3. de nayên guhertin û pêşniyara guhertina wan jî nayê kirin.
Di serî de û bi dijwarî CHP ku xwe warisê Kemalizmê dibîne her carê bi dijwarî li dijê guhertina van 4 xalan derdikevin. Vekirî dibêjin, werin em destûrek “demokratik“ ku “mafê mirovan“ bêne parastin ji nûve çebikin lê behsa 4 xalên bingehîn nekin. Herweha MHP jî di heman tişta dibêje û partiyên din hemû behsa heman “hesasiyetê“ li gora xwe dikin. Di eslê xwe de ev behsa parastina hestên nijadperestiya “cumhuriyeta Tirkiye“ ku li ser hatî avakirin dikin.
Bi tenê carekî serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di bernameyeka televizyonî de li ser pirsekî gotiye dibe bêne guhertin. Hingêjî bertek mezin ewil di nava CHPê de hate nîşandan. Di van demên paşî de cîgirekî yê serokê AKPê jî behsa guhertina 4 xalan kir ,lê di cih de ew jî bê deng kirin.
Serokê HUDA PARê di bernameyek televizyonî de vekirî got, divê ev 4 xal bêne guhertin û destûra Tirkiye ji vê eyba mezin xilas bibe. Lê berteka ewil û bi tund car din ji aliyê serokê CHPê ve hat.
Niha pirsa me ne minaqeşeyên van kesane. Pirsa me wek kurd ewe ku, ji bo parastina mafên me gerek destûrek çewe hebe û destûra ku bê guhertin de wek kurd gerek helwesta me çibe?
Niha gelek vekirî cumhuriyeta Tirkiye li ser bingehê inkar û imhakirina kurda hatiye avakirin. Eger di pêvajoyê de li himber kurda hinek nermî çêbibin jî, lê cumhuriyeta ku li ser prensîbên Kemalizmê hatî avakirin, hem kurd inkar kirine û hemjî gelek komkujî li dijê kurda kirine. Her gava kurda li himber zilma hatî kirin serîhilldayîn bi komkujiyan ev serhildan ji nav birine. Yanî Cumhuriyetê parensîbên ku li ser hatî avakirin li gora xwe pêkanîne.
Di rastiya xwe de heta ev 4 xalên destûre hene ji bo Kurda ev destûrek nijdperestiye, Kemalist e û tu cara di çerçova vê destûrê de tu mafên kurda nayên cihbicihkirin.
Niha li vê derê pirs ewe ku partiyên Kurda,yan jî partiyên ku xwe Kurdistanî bi nav dikin gerek helwesta wan çibe? Dema behsa destûrek “demokratik,“ “wekhevî“ tê kirin gelo aliyên Kurd çi jê fam dikin? Ji xwe eger bi gotin be madeya yekem a destûra niha de behsa “Huquk, Demokrasî, wekhevî û aştiyê “ kiriye. Lê di rastiya xwe de destûrek nijadperst de tu wateya van gotina tuneye.
Gerek em wek aliyên Kurd du tişta bikin.
Yekemin armanca me ewbe ku, em doza destûrekî bikin ku behsa hemû mafên Kurda yên rewa bike û bikaribe bêje “ev welat ji du miletên serekê peyda dibe ew jî Kurd û Tirkin.“ Yanî eger mînakî bidin kêmasî divê wek destûra Iraqê a nihabe. Bila ev daxwaziya kurdên bakurê Kurdistanê be.
Duyem: Di gotubêjên têne kirin de divê em xwedî helwestbin. Kijan partî yan jî aliyê siyasî behtir behsa wê yekê bike ku berjewendiyên Kurda tê de hebin, gerek em wek kurd pişgiryê bidinê. Nav û sembola wan partiya bila ne girînbe.
Eger em vê yekê nekin , dê cardin bibin dîlê îdeolojiyekî ku, inkara me dike û me bi hinek gotarên wek “demokrasî û wekheviyê“ dixapînin.
Kurtasî gerek em doza mafên xwe bikin û hercureyê îdeolojiyan pêştir behsa mafê miletê xwe yên neteweyî bikin û her gava ku bavêjin li gora berjewendiyên xwe tevbigerin.
17.9.2024