CivakReferandum

Rûreş li Silêmaniyê têk çûn

Duh li bajarê Silêmaniyê, grûpa “Na”, ku li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê ne, li nav yarîgeha bajêr de merasimek li dar xistibû. Li gorî wan dîmen û wêneyên ku hatine belavkirin, tê dîtin ku ew çalakî zêde germ nebûye.Parlamenterê YNKê li parlamntoya Kurdistanê Xelef Ehmed li ser vê yekê ji BasNewsê re got, gelê Kurdistanê ti carî li dijî referandomê dernakeve û dê roja referandomê dengê “erê” bide serxwebûna Kurdistanê, ji ber wê jî her çalakî û xebatek li dijî vê yekê hebe dê bin bikeve.Xelef Ehmed her wiha got, rast e hinek kes ji ber rewşa jiyana xwe ji hikûmetê aciz in ji ber wê jî ber kerba li dijî referandomê ne lê hinek kes tenê ji ber xatirê berjewendiyên xwe yên bazirganî li dijî referandomê ne. Vêca grûpa “Na“ jî li ser wê pêlê ava bûye. Ew pêl dê di dawiyê de vemire û bin bikeve, ji ber ku referandom mijareka niştimanî û netewî ye û yekser girêdayî qedera Kurdistanê ye.Grûpa “Na”, bi serokatiya karsazê kurd Şasiwar Ebdulwahîd bi eşkere li dijî referandom û serxwebûna Kurdistanê xebat dike. Hêceta wan ew e ku rewşa Kurdistanê kirîzeka din tehemul nake lewma divê referandom neyê kirin, çimkî eger bê kirin dewletên cîran dê sînorên xwe bigirin û xelk dê birçîne bemire! 

Back to top button