Polîtîk

Greva birçîbûnê di roja 40. de ye

 

Greva birçîbûnê a ku ji aliyê girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê ve hatibû destpêkirin, îro 40 roj li pey xwe berda. Li 70 girtîgehan, zêdetirî 715 girtiyên siyasî, ji 12ê îlonê vir ve çalakiya greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger dewam kirin didin. Ji ber ku çalakiyê 40 roj li pey xwe hîşt, pisporên tenduristiyê diyar dikin ku, êdî her roj wê li ser tenduristî û jiyana çalakgeran bandoreke neyînî berde. Heta tê gotin ku, ger rojekê pêşde greva birçîbûnê neyê qedandin, guman e ku seqetiyên mayînde li ser bedena çalakgeran pêk bên. 

Çalakger, bi vê çalakiyê, ji hikumeta AKPê dixwazin ku, tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin, bi zimanê zikmakî, mafê xweparastinê bê naskirin û bi zimanê zikmakî perwerdehî bê kirin. 

Di nav hefteya dawiyê de, ji bo piştgiriyê, parlementerê BDPê yê Şirnexê, ku niha li Girtîgeha Amedê tê girtin, Faysal Sariyildiz û Şaredarê Wanê yê ku li Girtîgeha Wanê tê girtin, Bekîr Kaya jî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. 

Dîsa Şaredarê Sêrtê Selim Sadak û kûrê rewşenbîrê Kurd Apê Musa, Dîcle Anter jî ragihandine ku, ji bo balê bikişînine ser greva birçîbûnê û xeternaka li ser tenduristiya çalakgeran, ji bo rojekê wê beşdarî greva birçîbûnê bibin. 

Ji aliyê din, di serî de parlementerên BDPê, gellek saziyên sivîl û şexsiyet, ji bo ku pêşiyê li mirinan bigrin hewldanên xwe didomînin. Xizmên girtiyan her roj li pêş Girtîgeha Amedê çalakiya rûniştinê lidardixin. 

Li gorî agahiyên dawiyê, çalakgerên li Girtîgeha Silivrî û Şakranê xistine hucreyên yek mirovî. Birokratên wezareta dadê diyar dikin ku, sedema vê ev e ku, kengî hişê çalakgeran wendabûn, ku karibin midaxeleya wan bikin. 

   

 

Back to top button