Cîhan

Graham ji Erdogan re got nîşanî te bidim hêzên te çi bi serê Kurdan anîne

Senatorê amerîkî yê naskiriyê komariyan, Lindsey Graham ku beşdarî civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bûbû, gotûbêjeke navbera xwe û Erdogan aşkere dike ku têde bi tundî rexne li Erdogan girtiye û jê re gotiye, Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de qurbanî dane ne Tirkiyê.

Lindsey Graham di derbarê beşdarîkirina xwe di civîna navbera Serokê Amerîkayê û Serokomarê Tirkiyê de ragihand, Erdogan bi vîdyoyekê xwest ku êrîşên PKKê û peywendiya di navbera PKKê û YPGê de nişanî wan bide û tekez kir, wî jî ji Erdogan re gotiye, “dest ji dîrokê berde, ez ne li vê derê me da behsa dîrokê bikim.”

Graham herwiha got: “Min ji Erdogan re got, ez dizanim ku te nîgeraniyên rewa hene derbarê hebûna hêzên çekdar li ser sînorê we. lê eger tu bixwazî , ez jî bi vîdyoyê nîşanî te bidim ka hêzên te çi bi serê Kurdan anîne.”

Wî senatorê amerîkî amaje bi wê yekê jî daye, ku Erdogan di wê civînê de ragihandiye, Tirkiyê di şerê li dijî DAIŞê qurbaniyên mezin dane û diyar kir, ew ji wan gotinên Erdogan aciz bûye, çimku bi gotina Graham, “aliyê ku di şerê li dijî DAIŞê de qurbanî daye, Kurd û HSD ne, ne Tirkiye.”

Naveroka axavtina Graham

“Berisv herdem ne wiha bû, ku Tirkiyê Sûriyê dagîr bike. Lewra ev vîdiyoyê sebaret bi dîroka êrîşa terorîstên PKKê û hebûna peywendiyê di navbera hinek serkirdeyên YPGê û PKKê nîşanî min da. Min jî jê re got: Ez ne li vê derê me heta ku behsa dîrokê bikim, ez dizanim nîgeraniya te bo ewlekariya rewa sebaret bi hêzên çekdarî li ser sînorê te heye, lê eger tu bixwazî ez jî bi vidyoyê dikarim nîşanî te bidim , ku hêzên te çi bi Kurdan kirine? Lewra ez gelekî tund bûm û min gotê: Li ser sînor pirsgirêka te li gel YPGê heye, ez vê yekê wek nîgeraniyek rewa dibînim, lê ev ew xelk bûn ku li gel me DAIŞ têkşikandin, serok Erdogan got, Tirkiyê qurbaniyên zêde di şerê dijî DAIŞê de dane, ez bi vê gotinê aciz bûm. Ji ber ên ku DAIŞ têkşikandin Kurd û HSDê bûn, ku 10 hezar kuştî û birîndar dane.”

Back to top button