Birîna dara cezayek mezin e

Îro bi nêzîkbûna werza zivistanê gelek kesan jî dest bi birîna daristanê kiriye. Fermangeha Jîngeha Germiyanê aşkere kir ku birîna her dareke heşîn 500 hezar dînar e.

Berpirsê Fermangeha Jîngeha Germiyanê Çalak Necîm ji BasNewsê ra axivî û got: “Kî dareke heşîn û ter bibire wê bi 500 hezar dînarî were cezakirin. Herwiha hege pereyî wî tunebe bide em ê wî du mehan zindanî bikin.”

Herwiha Çalak Necîm got: “Em dixwazin ev hişyariya me bi rêyên medyayê bigihên hemwelatiyên Kurdistanê, bo ku hemû kes dûr bin ji birîna daran û zirar gihandina jîngehê.”

Çalak Necîm amaje bi wê yekê jî kir ku nabe hemwelatî bi bahaneya hatina zivistan û sermaye zirarê bidin jîngehê û daristanên Kurdistanê.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: