Gotinokên Sersalê
Şeva sersalê, piştî ku roj diçe ava bi qederê saetekê, zarûk û xortikên gund, li bajaran jî yên taxê, tev digîjin hevûdu û ji xwe re bernameya SERSALÊ çêdikin.
Yek ji wan, xwe dike mîna pîrejinekê.Yek jî, xwe dike mîna kalemêrekî.Çend kesên din jî, her yekê tûrekî bi çembil davêje milê xwe.
Ew kal û pîr dikevin pêşiya bira zarûkan û bi hev re li malan digerin.Çi mala ku ew diçin ber deriyê wê, tev bi dengê bilind û bi hev re, van gotinokên li jêrê dibêjin û dubare dikin:YEK:Serê salê, binê salê…Xwedê kurekî bide bûka malê…DIDO:Qerqûşik, merqûşik…
Xwedê kurekî têxe nava pûşik…SISÊ:Hûrik, mûrikXwedê kurekî têxe nava tûrik…ÇAR:Serê salê, binê salêKa tiştekî bavêjin binê çalê.
Jinek ji malê derdikeve û tiştekî xwarinê weke mewîj, bastêq, helîl, şaran, gûz, behêv û tiştên wisa dixe tûrikê yek ji wanên li ber derî.
Zarû tev bi hev re dîsa dibêjin:
SERSALA WE PÎROZ BE….
BI XÊR Û XWEŞÎ BE…
DERD Û KULÊN WE KÊM BE…
Ewa ku tişt dide zarûkan, eger bûka malê be, dîsa zarûk tev bi hev re weha dibêjin:PÊNC:Serê salê, binê salê…Xwedê kurekî bide te bûka malê…XPiştî gera li nava malan kuta bû, ew zarûk tev diçin malekê li odeya mêvanan rûdinin û tiştên ku berhev kirine, dixwun. Piştre heta derengiya şevê direqisin û stran dibêjin…
SERSALA ÎSEWIYAN LI WE HEMIYAN PÎROZ BE…
31/ 12/ 2020
Zeynelabidîn Zinar