Şingal û şaşiyên PKK

Armanca lêkolerê gotarnivîs ewe, şanî xwîneran bide ku berjewendiyên Êzdiya yên zirarmendên komkujiya Şingal û deverên wê ji aliyê PKK ve tên binpêkirin. Û rikberîya nava PDK û PKK li herêm û herwiha binpêkirina berjewendiyên Êzdiya navmala Kurd û aramiya wê dixe metirsiyê.

Şingal û şaşiyên PKK

Kurd netewekî lawaz e. Pirsgirêkên wî pir(r) in. Ew bi rêya şer nikarin bên çareserkirin. Yek ji kêşe yên wî Şingal e. Çareserkirina vê pirsgirêkê ne hêsan e. Lê hemû pirsgirêkên navmala Kurd dikarin bi zîrekî, rêyeke hevkarî, kurdperwerî û aştî bên çareserkirin. 

Bûyera roja 03yê Tebaxê

Bûyer ya 03.08.2014a rojeke şîn û rûreşiya Kurd de. Heman rojê pêşmerge li Şingal berpirsê asayîş û ewleyîya navçê bû, lê bergirî nekir. Êzdî yên deverê şilejan û şepirze di destên hêzên tarî û tundrew de hişt in.

Komkujiya Şingal, ka wate navenda şunwarên Êzîdxan, xiste destên îslamistên tundrew; wijdanê mirov hejand. 

Di asta navdewletî de bû sedemên bergiriya Herêma Kurdistan. Lê bo Êzdiya ew bû destpêka “man û nemanê”; pêvajoyeke nû destpêkir. Ji vê rojê ve paşejoja Êzdiya di jêr metirsiyeke bê mînak de ye! Nexwe bûyer ya 03. Tebaxê hem roja karesata Şingal û hem rûdayeke “îronîke” (=galte): Hem bû sedema belavkirin û naskirina navê pêşmerge li hemû dinyayê û hem bû boneya galtecariya wî. Pêşmerge, leşkerê bergirî û parastinê, bê teqandina yek fişekekê Şingal, şunwarên Êzdiya, bi cê hişt. 

Lê herçend ciyê sersamiyê ye jî tiştê heman rojê çend şerkerên PKK bo navmala Kurd kir, ciyê bîranîn, serberzî û pesindanê ye. Ne îro, ne dûetir tê ji bîr kirin. Lehengên PKK bi vê bergiriyê xwe di rojeke tijî ezmûn de selmandin; dîrok nivîs in. Mêrxasiya lehengên PKK ji pêşmerge re jî bû îlham. Ev yek bo netewekî wek Kurd lawaz û tijî nepak serbilindiyeke mezin e. Mejûyê Kurd kêm bûye şadê serberziyeke wiha! 

Tevî vê rastiyê jî, ma ev bergirî û lehengiya PKK, hîç maf dide wê bo Kurd an Kurdên Êzdî li dijî dezgeh û nûnerên desthilatdiya navmala Kurd bi kar bîne? Herwekî di nava PKK û PDK, herdu rêxstinên bi bandor de, rikberî, “dijayetî” û milmilane heye. Ma ev yek zirarê nade berjewendî yên Êzdiya û navmala Kurd? Gelo yên di bin pîya de dimînin ne Êzdî ne? Aya handan, sorkirin û kişkişandina hinek “Kurdên Êzdî” ji aliyê PKK ve li dijî dezgehên desthilatdariya Herêma Kurdistan di berjewendiyên kî de ye? 

Rewş û şêtiya PKK

Ti guman nîye ku PKK wek rêxitin li Kurdistana Bakur bi tewawî têkçuye, şikest hênaye û loma ketiye rêyeke zirarmend. Nirxên kurdperwerî û kurdewarî li ber bayê hiştine.

Wê ne tenê di gorepana şer de winda kiriye (doraye), wisa jî bi îdeolojî û bîrdoziya xwe ketiye rêyeke şaş. Zirarê PKK ji sala 1978a ve wek rêxistin û dûetir bi tekoşîna xwe ya çekdarî ji 1984 ve daye Kurd û Kurdistana Bakur nayê hesabê. Dîsan jî wê nikaribû bi tekoşîna çekdarî buhestekê ji axa welat rizgar bike; nekir. Loma jî ji mêj ve wek gêja behsa “yekitiya” Rojhilata Navîn dike. Di rastiyê de ev yek xewna rêxistineke “şêt bûyî”, bê nexşe, bê plan û bê armanca rizgarkirina Kurdistan e. Loma ji mêj ve ciyê gumana ye ku ew ji dil nirxên kurdewarî di parêz e. 

Herçend ciyê galte (tinaza) û sersamiyê ye jî, lê şaşî û bê stratêjiya PKK wê ji mêj ve li başûr jî xistibû nava lêgerîneke bê hêvî, loma weke mirovekî rût û tazî bo bergiriya xwe li “pîneyekî rizyayî” digeriya. Lê wê bi “reva pêşmerge” ji Şingal ya roja 03. Tebaxê “burhaneke zêrîn” bi dest xist! 

Wê piştî bûyera Şingal hinek Êzdî û çend serokeşîrên deverê li dor xwe komkirin. Hinek dezgeh damezrandin. 

Lê pêwistiya xelkê zirarmend yên deverê berî her tiştî bi dermankirina êş û azarên komkujiyê hebû û vêga jî wiha ye. Pêwistiya mirovên tuşî gelkujiyê dibin berî her tiştî bi xizmetguzarî, aramî, aştî û ewleyî ye heye, ne bi propaganda puç, mejûşuştin û qebexwestina li dijî PDK. 

PKK ta roja me bi reng û rûyê xwe rêxtineke çekdar maye. Loma jî ew ji xizmetguzariyeke pêzanîn û berfireh re ne amade ye. Herçend ciyê daxê be jî, ew nikare bo zirarmend yên komkujiya xizmeta derûnpakbûnê bike an wan qerebû bike. Tiştê ew dikare bike zêdetir belavkirina propaganda ye. Mixabim kanalên TV yên wê an yên nêzikî wê wek navgîna propaganda nûçe yên rast û derew têkilî hev dikin. Heman “mejûşuştinê” PKK li Şingal û deverên din jî dike. 

Baredoxa Êzdiya 

Di encama êrîşa îslamîstên tundrew ya ser Şingalê de, Kurdên Êzidî ku hejmara wan zêdeyî 450 000î bû, hemû aware û koçber bûn. Hêja jî pirraniya wan di 14 kamp yên nêzikî Duhokê de dijîn. Ciyê daxê ye û hêjayî gotinê ye ku hîç serkirdeyekî berpirsiyar yê pêşmerge bo vê komkujiyê ne hate dadgehkirin. Ev yek jî dibe sedema mejûşuştina hinek xelkê deverê. 

Lê divê bê gotin ku ne bûna ne aramî, ne ewleyî, ne xizmetguzarî li şunwarê komkujiyê xelkê deverê bê zar û bê hêvî kiriye. Loma hêjî bi hezaran hewl didin bo koçî dervey welat bikin. Ji wan zêdeyî 100 000î koçî Almanya kiriye. Bi lez û bê plan koçî dervey welat dikin. Ka wate ew “ji ber mezrinê diçin ber şirikê”! Nexwe kareseta Şingal berdewam e û karîgeriya wê li ser paşeroja Êzdî yên başûr yeklayîker e. 

Lê herçend berpirsiyarê avedankirina Şingal ne tenê Hiqumeta Îraq û Herêma Kurdistan in,  PKK xwe ji vê yekê re hîç berpirsiyar nabîne. Rêkeftina 10. Cotmehê li gel Îraq û Herêma Kurdistan, dûetir astengkirina wê, berpirsiyariya PKK li navçe û deverê ron û eşkere dike. Heger ew ne berpirsiyarê yekem be jî nexwe yê dûetir e. Û ew, PKK, bi helwesta xwe eşkere berjewendiyên Êzdiya yên herêm binpê dike. 

Şuna ew bi berpirsiyarên desthilatdar re wek Herêma Kurdistan li rêyeke guncaw û çareseriyê bigere û bidozîne, ew bi gelacî û belavkirina propaganda rewşê aloztir dike.Herçend dîyare ku arestekirina propaganda û reşkirina PDK ji aliyên PKK ve ne li gor berjewendiyên Êzdiya ne jî, lê ew nakokî, milmilana bi û reşkirina li dijî PDK li ser hesabê Êzdiya berdewam dike. 

Raste, hêja mirov nizane serkirdeyên PDK çiqas di barê cêbicîkirina rêkeftina 10.10.2020a de ji dil in, lê ew PKK wek asteng ji ne avedankirina Şingal û ewlewîya wê re şanî dide. Hate gotin, ku PKK Êzdî yên deverê ji “roja reş“ û trajêdiyeke bê mînak rizgar kirin, lê vêga heman rêxistin berjewendiyên Êzdiya pêşel (=binpê) dike. Gelacî, handan û dewra wê di karîgeriya li ser Êzdiya û ne avedankirina deverê de berdewam e. Gelo ev çend sal in ku ew wiha berjewendiyên Êzdiya binpê û pêşel dike!? 

Hem xwe wek parêzgerê Êzdiya nîşan dide û hem jî dev ji propaganda xwe ya zirarmend bernade. Her bi vê rêyê dubendiyê dixe nava Êzdî yên dûajoyên xwe û yên girêdayî PDK jî. Propaganda û çalakî yên wê, rikberiya li dijî PDK, Êzdiya wek kêmîne di navmala Kurd de hêj bêtir lawaz, bê hêvî û goşe (isole) dike. Heman siyaseta PKK dibe sedem an hincet bo Herêma Kurdisan erkên xwe li gel Êzdiya neyne serî. Kêmterxanî û binpêkirina mafên Êzdiya li Şingal û deverên wê berdewam e. 

Siyaseta şaş û derencam

Di nava PKK û PDK rikberî û “dijayetîyek” berdewam e. Ev yek zirarê dide berjewendiyên Êzdiya û navmala Kurd. 

Tekstên Êzdiya yên ayînî tifaqê, ka wate hevkarî û yekitiya navmala Kurd wek nirxê girîngtirîn bi nav dikin. Herçend PKK dixwaze Şingal û deverên wê di bin kontrola wê de bimîne, ev yek ne pêkan e. Di ser de jî ev yek li dijî berjewendiyên Êzdiya û Herêma Kurdistan e. Dibe asteng ji hevkarî û yekitiya navmala Kurd re. Herwiha ev yek li dijî siyaseteke serdemyane, kurdperwerî û niştimanperewerî ye. Agirê malwêraniya Kurd, netewê lawaz, gurr dike. Barê Êzdiya û yên xêrxwaz û hevkarên wan girantir dike. Paşeroja wan dixe metirsî û tarî yê. Loma sîyaseta PKK li başûr ne li gor berjewendiyên Êzdiya ye. Ne Civata Ruhanî û ne jî serokê wê, mîrê Êzdiya, veqetandina Lalişa Nûranî ji Şingal dixwaze. Lê gelo Êzdî yên Almanya çi dixwazin? Ma hîç bertek yên wan li dijî van şêtiyên PKK an plan û daxwazên wan bo avedankirina Şingal tinin?

Dr. jur. Celalettin Kartal, Almanya, 12/2020 

Lêkolerê siyasetzan û kêmîne ya, 

zanistê yasaya navdewletî.

Çavkanî:

Celalettin Kartal: Deutsche Yeziden – Geschichte, Gegenwart, Prognosen, Tectum Verlag, 2016

Nerîna min :