Gotinên Zana heta kûderê diçe?

Hevpeyvîna ku Leyla Zana li gel Rojnama Huriyeta Tirkî kirî, behsa rewşa siyasî û çareseriya pirsa kurd kiriye. Leyla Zana di hevpeyvînê de rexna li siyaseta BDP-ê dike û dibêje hêviyê min hene ku pirsa kurd li Tirkiye çareser bibe.
Zana dibêje ez bawer dikim ku wê serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan vê pirsê çareser bike. Herweha di derbarê siyaeta Erdogan û hukumetê de di derbarê siyaseta BDP rêve dibê de Zana gelek berfireh dîtinên xwe dibêje. Dîtinên Zana di medya Tirkî de gelek deng da û gelek nirxandin û şirove li ser daxûyaniya balkêş ya Zana hatin kirin.
Heta bi ne fermî bê jî bi awayekî cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulen Arinc jî bersivek da.
Arinc dibêje: Eger PKK ji dev şek berdê, ew dikarin li azadkirina Ocalan bifikirin. Yanî Ocalan ji girtîgehê derêxin di xaniyekî de di bin çav de bê.
Lê dengê herî zêde ji aliyê BDP-ê derket. Serokê BDP-ê Demirtaş bi tundî bersiva Leyla Zana da û got tu carî em nikarin baweriyê li Erdogan bînin. Ewên baweriyê li Erdogan tînin tiştekî nizanin. Herweha Ahmed Turk jî bersiva Leyla Zana da û got: Ez dijê dîtinên Leyla Zana me. Qendil jî ji daxûyaniya Zana ne dilxweşe û ew rexne kir.
Ev ne cara yekem e ku Leyla Zana yan jî hinek berpirsên BDP-ê van tiştên ku Zana gotîn dibêjin. Hemiyan jî bi minasebetên cuda de tişta Leyla gotin gotine. Lê di vê pêvajoyê de dijê gotinên Zana derdikevin û bi tundî Zana rexne dikin.
Dixweyê Zana ev gotin ne bi serê xwe gotine û ihtimalek heye ku ev gotin piştî pêwendiyekî li gel Ocalan hatibe gotin. Ev yek niha îdiayek e.
Lê dixweyê ev gotinên Zana di nav PKK-ê û derdora wan de wê hinek tiştan biguherê û herweha ji bo pirsa çekberdanê û sekinandina şer jî dê bibe destpêka pêvajoyek nû.
Şerefetin Elçî jî pişgiriya gotinên Leyla Za dike. Lê Ya girîng ji bo pêvajoyê helwesta BDP-ê bi xwe ye.
Nûçe/Analîz