Festîvala Feqiyê Teyran: Roja Ewil
Em ji bo Festîwala Feqiyê Teyran a 2012 ku cara sisiyan e, çûn Wanê, roja 15ê Hewzîranê, li balafirgeha Wanê daketin jêrê û ew û ew şev em birin otêlekê. Roja 16, saet 08.00 em bi erebeyan birin Miksa Feqiyê Teyran.
Festîwan bi axaftina nivîskarê Kurd Xalid Sadînî dest pê kir. Piştre sê parlemanên Waliyê peyivîn. Lê axaftina herî ku zêde balê kişande ser xwe, ya Waliyê Wanê bû; çend peyv bi kurdî û wekî din bi tirkî, bi awayekî pir xweş axivî. Bi kurtî weha got: ”Ev e 80 sal in ku Feqiyê Teyran hatibû qedexekirin, lê kirin û nekirin wî ji dilê xelkê dernexistin.”
Piştre beşdarên Festîwalê bi hev re, em çûn serdana gora Feqiyê Teyran. Li wirê ez û yekî çûn gundê Verezûzê û em ketin hinduriyê xaniyê Feqiyê Teyran.
Hêjayê gotinê ye ku ez bêjim: Gora Feqiyê Teyran di nava guttlek rêl de ye û bi hezaran çivîk û teyrik li ser wan daran dikumişin û bi ezmanê cuda dixwînin. Lê belê yek ji wan zirça xwe bernade erdê.
Xaniyê Feqiyê Teyran li gundê Werezûzê
Qefleyek kurd di govenda Festîwala Feqiyê Teyran de
Zeynelabidin Zinar/Miksê