Nivîsar

Gotinên Nêçîrvan Barzanî çewt dinirxînin

Ji Rudawê Ako Mihemed hevpeyvînek li gel cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Piştî hinek bûyeran êrîşên Îran û Tirkiye li ser axa Kurdistana Başûr, gelek awayan nirxandinên cuda çêbûn.  Ji bo çareserkirina pirsgirêkên destdayîn û ji  bo cardin herêma Kurdistanê nebê meydana şerek bê naverok , ji hemiyê girîngtir ji bo cardin kurd derbider nebin û nekevin berderiyê xelkê,  ji bo kurd neyin leyiztikên li herêmê çêdibin û cardin şerêhev nekin, Nêçîrvan Barzanî di derbarê rewşa li herêmê heyî bi berfirehî dîtinên xwe bi çend minasebetan ji raya giştî re dane  xuyakirin.

Nêçîrvan Barzanî bi heyetek bilind ya PDK-ê re serdana Îranê kir û li gel serokkomarê Îranê û berpirsên bilind yê dewleta Îranê hinek hevdîtin pêkanî û ji bo çareseriyek bi rêya diyalogê û aşitiyane gavek girîng avêt. Ihtimala ku demek nêzik serokê Kurdistanê jî serdana Îranê bike geleke.Hevdîtinên Barzanî li Îranê gelek serkeftî derbas bûn û vegera xwe ya Kurdistanê de , di hevpeyvînekî de gelek berfireh û bi zelalî dîtinên xwe di derbarê helwesta Îranê, Tirkiye û PKK-ê de ragihandin.

Kesayetên berpirsiyarî li ser mile wan be, gelek bi hesanî tişta nabêjin. Nêçîrvan Barzanî her gotinek ya xwe gelek bi pîvan û bi naverok di vê hevpeyvînê de daye diyarkirin.

Lê taybetî di di beşek medya Tirkî de , gotarên Nêçîrvan Barzanî bi awayek çewt tên nirxandin. Her rojnameyekî yan jî malperekî bi awayekî li gora daxwaziya xwe gotinên Nêçîrvan Barzanî şirove kiriye.

Di hinek malperande hatiye ragihandin ku, “ Barzanî gotinên giran ji b PKK-ê gotin“  “ Barzanî di van bûyeran de PKK-ê tawanbar dike“ bi agahdariyek çewt û nirxandinên ne rast dixwazin  nakokiyekî peyda bikin.

Ev leyiztikê vê medyayê baş têne zanîn. Nêçîrvan Barzanî hevpeyvîna xwe de rewşa dawî dinirxîne û kemasiyên aliyan dide xuyakirin û herweha ji hemiyê jî girîngtirîn pêşniyarên xwe gelek zelal ji bo çareseriyê radigihîne. Dema mirov li ser rewşekî zîz û girîng dîtinên xwe bêje, mirov nikare çave xwe ji hinek tiştan re bigire. Taybetî kesayetek wek Nêçîrvan Barzanî xwedî berpirsiyariyek mezin mecbûre  di nirxandinên xwe de objektîf be, ji ber ku ew tênê dihêle mirov rastiyê bibîne û pirsgirêkan bi metodek rasteqenî çareser bike.

Axavtin ne ew tiştin ku mirov dilê hinekan xweş bike, ewin ku mirov berjewendiyên miletekî bide pêş û li gora wê jî bibe xwedî helwest. Tişta ku cîgirê serokê PDK-ê dike ev e.

Ji aliyek din roja 26-Tebaxê kesekî bi nave Yusuf Ziyad di malpera  ANF de nivîsek nivîsî. Beşek di nivîsa xwe de dibêje: “  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku derbarê êrişê artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyên ji hev nagirin dide.“  Lê nabêje ku çi daxuyaniyên serokê Kurdistanê hev nagirin.

Berdewambûna nivîsa xwe de Ziyad dibêje: “ Ji ber ku demek dirêj e ku PDK dixwaze li cihên ku gerîlayên PKK û PJAK lê ne, qereqolên xwe ava bikin. Lê gerîla jî dibêjin “ev herêm di bin çavdêriya me de ne, em sînor diparêzin, ji ber wê jî em nahêlin tu hêz di van herêman de bi cih bibin”.

Berdewam dike û dibêje: “ Ger bikaribûya vê bike, dê ji gerîlayên PKK û PJAK’ê re bigotiba ‘Başûrê Kurdistanê biterikînin’.“

Niha ev  kes bi van nirxandinan xizmetê ji kî re dike. Gelo çi behra rastiyê di van tesbîtên vî nivîskarî de heye. Armanca vê nivîsandinê û van nirxandinên xerîb çîye û xizmetê ji çire dike?

Lê PDK ji van tiştan hemiyê mestir e. Hêdî bila kesek dilê xwe xweş nekê ku dê kurd şerê hev bikin. Ew nawendên şer di nav rêxistinan de hêdî nagihin armanca xwe.

Cîgirê serokê PDK-ê di daxuyaniya xwe de, şiroveya bûyeran dike û herweha ji bo çareseriyê jî çerçoveyekî pêşniyar dike. Rêya diyaloge û parastina  berjewendiyên tevahiyê yên netewî her tim rêya herî rast e.

Aşitî ne hesaniye û bo gotinan tenê jî pêknayê. Divê bi dirustî û awayek zelal ji bo pêkanina aşitiyê bi metodên ku aşitiyê peyda bike kar û xebat bête kirin.

1.09.2011
Dara Bilek

Back to top button