Gotin rihete lê famkirin zore !
Divê ku me re pîşî nexweşîyê nasbikê ji nûka dermanê wê nexweşîyê binivîsê . Lê mixabin hîn me nexweşî nasnekirî em dermanekî didine nexweş ew nexweşî dibê du nexweşî, hîn me a pêşî hal nekirî em bi duduwan dilebikin ew derman û nexweşî tevan digerbilin kes nema karê jev veqetênê! Belkî jî hinek cemêrê ku ji daw û duzê fêm dikin hene rîya rast dibêjin, lê ka kî fêm dikê? Fêm kirin gelek zore.
Heta ku em tevan dawê fêm bikin ji dil wê hasil bighê Musul. Ku em ji nav çûn em helîyan ,em fêm bikin û fêm nekin çîye û hêjaye çi?
Wexta ku tiştek nû derdikevê holê û reklama wî tiştî didin gelê dinyayê jî hîn ew tişt nedîtine û nasnekirne li gor wan wsfê ku didin hinek jî heman bawer dikin û ji dil û can didine ser wê riyê bê hesab û bê kîtap him û gom.
Çepgirê dinyayê dev ji çepîtîyê berdane lê Çepê Kurda dest pê kirne. Çend serekê van Kurdê çepgir, Tirk û Ecem û Ereban ji xwe re ji Kurda rêxistinek saz kirine ku Kurda xwe tev dan, ewê wan xaînê Kurda berdidin e wan. Evê çepgir jî hemî nizanin bê mijar û armanc çîye wekî vanê ku heraqê reqsêne ku govend li ku dibînin heman êrîşî nava govendê dikin û çar pîne lêdixin.
Ji sedî %80ê nizanin ku ew serekê wan xaînmiletin, edûqewmin ew feqîr û meqîr dibê belkî wê li vê dinyayê, ji me re bûhûştekê çêkin ew nizanin ku wê wan bikine kole wekî wan kolê Firawûn, wekî wan abdê Kureyşîyan! Bê çawa şeytan nema xwe aciz dikê li cîyê xwe rûniştye û îşê wê birêve diçê, îca ew îşê ku şeytana dikir îdî însan wî îşî wê fitnê dikin, hê ji şeytana pispor tir bûne di wan fêlê şeytanî de!
Nihaka ew keft û lefta ku Tirk û Ecem û Ereba dikirin ji bonî ku Kurd nebne dewlet bê çi dikirin û çi ne dikirin? Îca nihaka Tirk û Ereb û Faris xwe na êşênin Apocî û HDP û YPGe wê xizmeta wan dikin, nahêlin ku Kurd bibin dewlet. Gotênê pêşîyan dibêjin: Ku destyê darê nej darê bê firmana darê tuneye. Îca kurmê me ji meye bûne zewal bela û xeyal. Beşek ji wan bi hêvya Sosyalîzmê vene, beşekî din berbendî demokrasî ne, beşek jî berbendî Îslamîyetê ne heta ku Îslam dewletî çê bibê hingî her kes wê bibne xwedî mafê xwe.
Beşê din jî dibêjin, ku demokrasî çê bû her tişt halkirîye wê ji me re çar meydan çêbibê. Beşa din jî ew dibêjin: “Emê sosyalîzmê çêkin emê bûhuşta bakî eva bikin jin û mêr wê serbest bibin bi hevdûre bigerin kesek nikarê elaqedarî wan bibê, wê jinik hur bibin, emê dinyayê teva bikin wekî hev,hingî hûnê bi çavê xwe bibînin! Xwelî li serê wan be, bi xeyalan dijin û bi çîrokan mijûlin.
Va cardî dew û doza Kurd di rojevê deye hêvî heye ku dîsa Erdoxan tiştna bênê rojevê mijar na çêkê. Lê nedîyare ka raste an xapandine ji bo ku wext derbas bikê, beşekî dî ji Kurda bi bîşaf bikê! Lê ka wê bi kê re muhattab bê? Dawa Kurd başqeye û doza PKKê başqeye. Kurd dawa netewe kê dikin û Apoçu dawa Sosyalîzmê dikin jev cidwane.
Bela Apocu dawa xwe bikin çi ji xwe re dikin bela bikin, lê dawa Kurd mijarekî dine. Divê ku lîderekî Kurd hebê ji bo ku li pêş berî dewleta Tirk daw û doza Kurda deynê ser masê, karibê bersiv û daxwazê Kurda bicî bînê.
Nihaka Erdoxan dîsa ban şêwirmendê xwe kir û gûftû go kirin cardî Kurda bi çi şêweyî bixapînin? Ew şêwirmendê wî wan tarîh û dîrokê kevin derdixin bê çawan Kurd xapandin û wan dane pêşya xwe li pêşberî dijmin û wan ji paşde bi xençeran li nav pişta wan xistin! Li wê mêjuwê dinerin kav ê derbê wê çawan bikin? Sala hezar û heftê û yekê bi Kurda deryê Anatolya vekirin,
Sala 1514eha bi Kurda pişta Şah Îsmaîl şikandin. Sala ku herba cîhanê çebû dîsa bi Kurda Îngilîz û Ferensiz û Îtallî ji kirne der bi hezaran Kurd dane kuştin û dawî li Lozanê Kurd ji lênûsê xîşkirin ji defterê. Lê ma fêde nakê ew nifş diçin nifşekî din tên ew hîn cahîltir çi bi rihetê tên xapandin! Ev tevan nebesbûn xetera gelek mezin ku Gelê Kurd ji tarîx û nexşeya Kurdî û Kurdîstanê ji nav bibin, ev rêxistina ku li ser navê Kurda û Kurdîstan çêkirin ji me ev talukeke gelek mezine û nûjdarî jî tune.
Îşê gelê Kurd gelek zore ji herçar terefan de kemîn danîne Tirk û Pers û Ereb;Tirka ban Îranê kir Gotin: “Ka em bi hev re li Qendîlê xin vê PKKê ji nav bibin. Îranê çi bersif da? Îranê ku, gereke em Qendîlê xwedî bikin ku ne ji Qendîlê û YNKê û GORAN bê wê Barzanî dewleteke Kurdî ava bikê, wî wextî wê halê me bibê çi? A nehake Tirk li Qendîlê dixin ne ku ji nav bibin, ji bonî ku lewaz bikin û wilo bihêlin. Tirk karin Apocîyan ji nav bibin lê wê nexweşîye bi veketin ji nav Kurda narakin.
Dijmin her wextî liber derfetêye ku piteke lewaz dibînê li wê bita lewaz dixê. Lê em Kurd devera bilind dîwarê qalin li kûwe em berê xwe didine wir. Tiştê li dinyayê ne rewacin îro meznê dinyayê ji wan tişta nefret dikin rêxistê me dibêjin emê wan sazûmana çêkin! Tiştê ku Xweda çênekirine rewac nedîtiye, ê me dibêjin, Rebê Alemê xeletî kirîye emê van tişta çêkin. Ê de ka were û neqhere Dilciwan û berfê ji ser gûwê wan nede alî.
Ewirîne ku her wextî bêjin em bi serketin. Ku têne kuştin dibê em bi serketin,têne girtin dibê em bi serketin, ku koçber û talan dibin dibê em bi serketin, ku li wan xin heta ku nîv mirî bibin ku radibin dibêjin: “Te xwar!
15.7.2019
Dilciwan Helbest