PolîtîkRojev

Goran şehîdkirina Pêşmerge ji aliyê PKKê ve şermezar dike

Serkirdeyekî Gorran êrişa PKKê li dijî Pêşmerge û şehîdkirin û birîndarkirina pêşmergeyan ji aliyê wê rêxistinê ve şermezar kir.

Îro danê sibê çekdarên PKKê li devera Çemankê ya Amêdiyê êrişî hêzên Pêşmerge kirin. Di wê êrişê de herî kêm pêşmergeyek şehîd bû û çend pêşmerge jî birîndar bûn.

Endamê civata niştimanî ya Gorranê, Şêx Kamîl Qadir ji BasNewsê re got, me gelekî hawar kir bila şerê kurdan dernekeve lê mixabin qewimî.

Şêx Kamîl Qadir her wiha got, em şehîdkirin û birîndarkirina pêşmergeyan li devera Amêdiyê şermezar dikin. Ew karê ku PKKê kiriye, kirêt û xirab e û divê berpirsiyartiya wê jî qebûl bike.

Wî serkirdeyê Gorranê anî ziman, Pêşmerge parêzgerê Kurdistanê ye û nabe kurd ziyanê li Pêşmerge bidin.

Back to top button