Polîtîk

Goran li Bexdayê di nav Kurdan de cîh negirt

Li Bexdayê û ji bona beşdarîkirin di hilbijartinên parlamentoya Îraqê de,  partiyên siyasîyên Kurdistanê bi hev re lîsteye bi navê (Îtîlafa Hevgirtina Kurd) pêk anî.

Mihemed Delewî berpirsê liqa pênc a Partiya Demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera Xendanê re got ku, tev partiyên siyasiyên Kurdistanê, ji bona beşdarîkirin di hilbijartinên parlamentoya Îraqê de ku, biryare di 30.04.2014ê de bên kirin, bi yek lîst beşdariyê di hilbijartinan de bikin.

 Delewî got ku, ji bilî Tevgera Guran a bi serokatiya Newşêrwan Mistefa, tev partiyên siyasyên Kurdistanî li Bexdayê lîsteye bi navê Îtîlafa Yekgirtina Kurd pêk anî.

 

Lîsteya kurdan li Bexdayê ji PDK, YNK, Yekgirtuya Îslamî, Komela Îslamî, Sosiyalîst û kurdên feylî pêk tê.

Back to top button