Dosya

Dizeyî: Nefta Kurdistanê diçe

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşker ekir ku, sedema texîrbûna hinartina nefta herêma Kurdistanê bi rêya boriyên nû bo Tirkiyeyê çend hokarên teknîkî bû û ne ji ber rêgirtina Bexdayê û nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê bû.

Dizeyî di daxuyaniya xwe de dibêje ku, rêkeftina mavbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo hinartina neftê ji herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê bo bazarên cîhanê berdewame û hemû alî bi wê rêkeftinê pabend in. Pirojeyê kêşana boriya neftê bo Tirkiyeyê salek û niv dewam kir û beriya 20 rojan ew piroje timam bû.

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje: Hinartina nefta herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê li ser razîbûna Îraqê nerawestaye û di demek nêzîk de em dê nefta herêma Kurdistanê bo derve binêrin.

Back to top button