CivakPolîtîk

Girtina hevserokên HDPê xizmeta pêvajoya demokrasiyê nake

Frakisyona PDKê ya Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyekî diyar kir ku desteserkirina parlamenterên HDPê xizmeta pêvajoya demokrasiyê nake. Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Parlamentoya Kurdistanê derbarê binçavkirina hevserok û parlamenterên HDPê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand: “Girtin û desteserkirina hevserokên Partîya Dêmokratîk a Gelan û perlemantarên ser bi vê partiyê ve cihê dilgiraniyê ye. Reftarên wiha bi ti awayî xizimeta pêvajoya dêmokrasiyê nakin û di heman demê de, şer û pevçûn û hevdû qebûlnekirin xizimeta pêkve jiyanê nake.” Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di rewşeka weke îro de ku li Rojhilata Navîn alozî û şer hene, ji Tirkiye û desthilatdariya wê tê xwestin aşitî û dêmokrasiyê serdest bike. Frakisyona PDKê di daxuyaniya xwe de got: “em di wê hêviyê de ne ku demek ji ya din zûtir pirsgirêk bêne çareserkirin û rêya aşitiyê dewsa rêyên tundî û hev qebûl nekirinê bigre. Bi hêvîiya aşitiyê.” 

Back to top button