Em Girtina Parlamentrên HDPê Jî ,Teqîna Amedê Jî Şermezar DikinHevserokên HDPê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 11 parlamenterên HDPê ji alîyê polîsên Tirkîyê ve hatin destser kirin.Em vê biryara Dewleta Tirk şermezar dikin.Divê demildest bêne berdan.Dewleta Tirk di sala 1993yan de hinek parlamenterên DEPê hevs kiribûn. Îro dîsa eynî wêne derdikevin pêş.Bi dehan caran e ku Dewleta Tirk van şêweyan wekî çareserîyekê ji xwe re dibijêre. Lê tecrubeyên heyî îspat kiriye ku bi girtin, kuştin û wêran kirinan tu mesele çareser nebûne û dê nebin jî.Dewleta Tirk dixwaze bi girtina sîyasedmedar, rojnamevan, rewşenbîrn, bi tayîn kirina qeyûman, hemû rêyên sîyasî, demokratîk û sivîl li ber Kurdan bigire; dixwaze bes rêya şerî bide ber gelê Kurdistanê.Lê divê hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û rewşenbîrên Kurdistanê neyên vê lehîstikê; divê Kurd nebîn alîyê şerî. 04.10.2016Îro li Amedê li navçeya Rezan teqîneke bombeyî lidarket. Li gorî agahîyên heyî, nêzî 100 kesî birîndar in, 8 kes jî mirî hene.Ji alÎyê kê hatibe lidarxistin jî, em vê êrîşa terorî ya ku zerareke mezin daye gelê me, daye doza azadîya Kurdistanê, şermezar dikin.Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Pêş
02/07/2025
“Erdogan ne serokkomare ew serokê cuntayê ye“..!
02/07/2025
Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!
Balkêş e ?
Close