Nivîsar

Giringiya serdana serokê Kurdistanê ya Tirkiye

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi serdanekî fermî li Tirkiye ye.Mesud Barzanî serokê Kurdistanê li Enqere li gel serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan , serokwezîrê Tirkiye Binalî Yildirim  û berpirsên bilind hevdîtina dike.Serdana Barzanî ya Tirkiye ji bo çarenûsê kurda li herêmê gelekî girîng e.Demekî ku Kurdistana Başûr ber bi serxwebûnê ve diçe û li Rojavayê Kurdistanê bûyerên girîng pêktên, Barzanî serdana Tirkiye kir.Ji aliyek din ve, piştî siyaseta PKKê ya xendeqa û operasyonên dewletê, rewşa Kurdistana Bakur ji her demî xirabtir bûye û heta ev şer berdewam be dê xirabtir jî bibe.Ji bilî berpirsên Tirkiye Barzanî şandek ya HDPê re jî hevdîtinekî dike.Armanca hevdîtinê ji bo carek din destpêkirina pêvajoyek a agirbestekiye. Ev yek di rewşa îro de ji bo Kurdên Bakur wek nan û avê pêwistiyeke.Herweha piştî serdana Tirkiye serokê Kurdistanê serdana Îranê jî dike. Ev jî babetek din yê rola Barzanî li herêmê ye. Ji ber ku serdana Barzanî ya Îranê jî gelekî giring e û dixweyê li Enqere li ser vê yekê jî dê bê sekinandin.Cardin wek cara hinek alî naxwazin girîngiya vê serdanê bibînin û rastiya heyî bi awayek nerast û xeyalî şirove dikin.Ew siyaseta li ser dezenfarmasyonê tê kirin  û serdana Barzanî weke dostaniya Tirkiye û hevalbendiya Tirkiye tê şirove kirin îflas kiriye. Veca demê ku mirov rastiyê bibîne hatiye.Mesud Barzanî di çerçova serdana xwe de Parlementoya Tirkiye jî ziyaret dike. Îhtimalek mezin dê li gel cîgirê serokê Amerika Biden re jî hevdîtinekî pêkbîne.Girînge ku serdanek siyasî li gora encama bê nirxandin. Nirxandinên wek din ne cidîne û tu feydeyê jî nadin tevgera azadixwaz a Kurdistanê. Îro Mesud Barzanî rolek gelek mezin û taybet di siyaseta herêmê de dileyze. Cîhan jî îtaberek mezin dide role Barzanî. Lê dixweyê beşek ji kurdan vê yekê nabînin yan jî naxwazin bibînin.Di hemû pewendiyan de dive berjewendiyên netewî bingeh bêne girtin û li gora wê jî nirxandin bêne kirin.23.8.2016Dara Bilek   

Back to top button