Civak

Geştên asmaniyên Kurdistanê li gel tirkiye û Ewrupa destpêdike

Geştên di navbera Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê û çend welateke din destpêkir, li nav wan de tirkiye ku heftane sê geşt ji Hewlêrê bo wî welatî tê encamdan û geştên bi berevajî ve jî destpêdike.

Ehmed Hoşyar Birêveberê Giştî yê Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê dibêje: Geşta beşeke zêdeyê welatan destpêkiriye û li gel çend kompanyayek jî guftûgo hatiye kirin ku hêlên asmani dest bi geştên xwe bikin û niha jî rojane geştkirina ji bo gelek welatan heye.

Heman demê de Lawend Şêx Memundî Serokê Yekîtiya Kompanyayên Firokevaniya Herêma Kurdistanê jî dibêje: Destpêkirina geştan li gel beşek ji welatan kertê geştiyarî û bazirganiyê baştir dike û hengaveke jî ji bo asayîbûna rewşê û ew jî niha geşt dikin.

Niha li navbera Iraq û tirkiyê de mehane bi awayeke sînordar 20 geşt têne encamdan ku heftane sê geşt ji wan li rêya Firokxaneya Hewlêrê ve têne encamdan, zêdetir 9 hêlên asmanî jî dest bi geştên xwe kirine û li paşerojeke nêzîk da jî geşta du hêlên dinê asmanî jî li navbera Hewlêrê li gel Eman û Ewrupa destpêdike.

Back to top button