Geşta Meral Daniş Beştaş a Silêmaniyê, mijara muxatabî û HDP
Nîqaşa ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê kî ye girantir dibe. Gelo muxatab HDP ye, Ocelan ne, an jî PKK ye?
Ev Pirs ew qas çewte ku bersiva rast nayê dîtin. Navê kêşeyê jî xelet e. Navê pirsgirêkê ne pirsgirêka Kurd e. Navê wê pirsgirêka Kurdistanê ye. Bi ser de jî, pirsa ku bi rastî muxatab kî ye divê nava kurdan nehê lêgerîn, ji bo alîyê dagirkeran ev pirs, were nîqaş kirin.
Mîna ku Tirkiyeyê milên xwe ji muxatabiyê re vekiribe, xwe zelal kirîye û masa nîqaşê danaye vêca tenê maye ka dê kî ji layê Kurdan bi be muxatab. Lê belê, pirsa yekem ku li Bakurê Kurdistanê pêwsîte bê nîqaşkirin ew e ku gelo pirsa Kurd di nava sîstema Tirkiyê de dikare were çareserkirin an jî pirsgirêk bi aktorên navneteweyî ve wê çareser bibe. Ji ber ku li Tirkiyeyê çi muxatab nîne.
Bi awayekî kevneşopî, saziyên dewleta Tirk, wek dadgerî, yasayî, hêza rêveberî, aborî û Mît û hwd. Hûn li kîjan alî binêrin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd îradeyek xuya nake. Rastîya dewleta Tirk ne di qalibekî de ye ku pirsgirêka Kurdistanê bi hikûmet, civak, rewşenbîr, leşker, gundî û hemwelatiyên xwe re bikari be nîqaş bike. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek e ku di nava polîtîkaya kevneşopî ya dewleta Tirkiyeyê bixweze were çareserkirin, ev mijar gava ku dewletê ji bo xwe pêwîst dît dibe mijara nîqaşê. Di nav dîroka Tirkiyeyê de kesê yekem ku got pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e Tayyîb Erdogan bû û em dibinin ka ew jî di vê mijarêde ketîye nava dijberîyekî çawe de.
Pirsgirêk bi CHP ê re çareser dibe? Du hefte berê, hê çi tişt holê neyî CHP got, “Em qebûl nakin ku pênc xalên esas yên destûrê werin guherîn.” CHP hê jî nikare bêje Kurdistan. Dem bi dem dibêje Kurd, lê dengê xwe nizm dike û dewroberên xwe dinêre “gelo kesî bihîstiye” min behasa Kurdan kir. CHP van rojên dawî bi şermokî behsa kêşeya Kurd dike lê ne Ji ber pirsgirêkê çareser bike, Tirkîye ketîye nava derazîkekî teng de ji bo wê derbaz bike kêşa Kurd weke gopalî dide berxwe. ye ku em bi hûrgulî bipirsin ka muxatabê li Tirkiyeyê kî ye, ji ber ku dizane ku her kesê rast, çep, hukûmet-muxalefet, tenê ji bo “pêşeroja Tirkiyeyê” xwe nêzîkî Kurdan dike. Bi hêviya ku Tirkiye bi nav û hikûmetan ve biguherîn, tenê rêka dojehê ji Kurdan re vedike.
Yek jî Eniya Kurdan heye. Esil Pirsgirêk li wir pir tevlihev e.
Meral Danîş Beştaş li Silêmaniyê çi digere?
Kî li cephe Kurdan nûnertiya Kurdên Bakur dike: HDP,Qendîl an jî Ocalan?
li dora vê pirsê nîqaşkirin tenê windakirina demê ye. mîna nîqaşkirina pirsa gelo hêk ji mirîşkê çêbûye an mirîşk ji hêkê çêbûye.
Ji ber ku di vê mijarê de HDP ê ew îradeya muxatabî yê nîne. HDP noqtekî di navbera dewlet û PKK ê de disekine. Her du alîyan mekanîzmayên kontrol û îdarî hene. Kesên di nava HDP ê de nekarin li derveyî vê mekanîzmayê tevbigerin. Mînak, ger em van rojan Meral Daniş Beştaş bêsedem li Silêmanî li çi digere, em vebêjin, em ê vê rastiyê HDP ê zelaltir bibînin. Meral Daniş Beştaş û heyeta pê re li benda perspektîfa salane ya ku rêvebirên PKK ê dê bidin wan. Komek xebatkarên ku PKK ji wan re dibêje Komîteya Rêvebir a Tirkiyê jî bi Meral Daniş Beştaş re li Silêmanîyê ne. Bi rastî, Meral Daniş Beştaş li wir wekî pêleyîsk di sekine. Lê kar ev tenê nîne, ew ê bi rêvebirên PKK ê yên pêwîst re jî bicive û perspektîfan bigire. Divê çawa nêzî CHP bibin, ji beşên cuda yên di nav HDP ê de çi helwest bête nişandan û ew peyamên ku AKP veşartî şandiye çi bêne bersivandin, derbarê van mijaran hemû yan de PKK wê ji meral daniş beştaş re perspektif û ferman bête dayîn.
Gelo ma HDP rêxistineke navbeynkar e
Dîmena ku derdikeve holê ev e: HDP nikare ji dewletê û Qendîlê serbixwe tevbigere. PKK bi rêya kadroyên xwe rasterast HDP ê kontrol dike. Hevserok, cîgir, endamên desteya rêvebir, şaredarên di nava HDP ê de, ango hemû navên di saziyên de cîdigirin bêyî ku erêkirina Qendîlê nikarin werin wezîfedarkirin.
Rêveberên HDP ê nikarin yek namzetê şaredarî jî hilbijêrin, Qendîl diyar dike. Heta serokên parêzgehan ên li herêmên sînor ên wekî Colemêrg-Şirnex jî ji aliyê HPG û Komîteya Rêveber a PKK ê ya Tirkiyeyê ve têne diyarkirin. Dema rewş wiha be, dê HDP çi çareseriyê bike ku îradeya wê ne di deste rêveberîya wê a fermî da be. Hevserokê partîyê ê berê Sezaî Temelli bi xwe got HDP ne muxetabe. Muxatab Evdila Ocelan e. HDP ne muxatab e. HDP tenê rêxistinek navbeynkar e.
Ma dê îradeya partiyek kêm-profîl çiqas be?
Berê de, di nav HDP ê de çend navên mîna Osman Baydemir hebûn ku ji ber hêza xwe ya karîzmatîk û kesane hewl didin ku serbixwe tevbigerin. Bi demê re, ew hemî hatin tasfîye kirin. kesên warê sîyasî de karîzmatîk ji bo PKK ê her dem xeternak e.
Dema ku Erdogan bû Serokomar, wî ji bo kursiya serokwezîr di got ku ew li kesekî “profîla kêm” digere. Di rastiyê de, heman tişt ji bo PKK ê jî derbasdar e. Bi gelemperî, PKK li her devera ku di nav siyasetê de xwe birêxistin dike li siyasetmedarên lewaz digere. Kurdên rewşenbîr û rexnegir ku dikarin serbixwe bifikirin tu carî nikarin di nav rêxistineke siyasî ya nêzîkî PKK ê de cî bigrin. bi taybetî Kurd. Ji ber ku tirk an jî mirovên ji neteweyên din xwedî îmtiyazên pozitifin di nava PKK ê de ew dikarin bibin hevserok û hwd. Lê xisleta yekemîn a Kurdan ew e ku îtaat dikin. Ji ber vê sedemê, Perwîn Bûldan, hevserokek xwedî kêm profîl e. Perwîn Bûldan karakterkî lewaze,ji ber mijarên narkotîkê dosyayek wî ya mezin heye, tevî ku li gorî zagonên HDP ê du caran mafê wê yê hilbijartinê heye lê ew 5 caran bûye parlementer.
Ango, nêzîkatiya PKK ê ya HDP ê wiha ye; “Bingeh yê min e, çek di destê min de ye, hukûmet jî baş dizane ku gotina paşî a min e. Ji ber vê rastîyê, ka rêveberên HDP ê ji kî/kê teşkil bûne zêde ferq nake. Kontrol di destme da ye. Em biryarê didin ka dê kî peya bibe an jî siwar bibe.” Ji bo vê, navenda siyasî ya HDP ê ti carî nebûye hêz. Ne PKK û ne jî dewlet destûrê neda vê yekê. Dê ji niha û pê de jî wisa bidome. Her kesê ku tê HDP ê zû fêr dibe ku “patron” kî ne. Ji ber vê sedemê, em tu carî HDP ê wekî hêzek stratejîk rexne nakin. Ez pir mîsyonan bar nakim. Ji ber ku HDP partiyeke ku dewlet û PKK ê bi hev re ava kirine. Serkê werîsî di destê kesekî din de ne. Ew xuya dike ku ji her tiştî berpirsiyar e, lê neraste ew di rewşek de ye ku di tu tiştî de îradeya wan a biryarê tune ye. HDP ji 10 salên berê zêdetir teslîmî îradeya îllegal bûye.
Ji ber vana hemûyan, HDP ne muhatabê pirsgirêka Kurd e. Vê şanoya muhatab bûnê dixin rojevê da ku Kurdan pê mişûl bikin. Dema ku mirovan hê nîqaşa gelo muxatab “Ocalan ne an jî HDP ye” dikin lê zilamên dewletê hêdî hêdî ber bi Qendîl û Îmraliyê ve ketine rêkê jî. Dibe ku cewherê van hemî nîqaşan ji bo ji bo veşartina vê mijarê be. Di encam de jîrîya sihirbazî ewe ku bala temaşevanan kaşî cîhekdin bike.
Analîz/Darkamazi