Polîtîk

Gerînendeyê Ewlehiyê yê Amedê wê bê lêpirsîn

Wezareta Navxweyî a Tirkiyê, di derheqê 2 gerînendeyên ewlehiyê de lêpirsîn da destpêkirin. Gerînendeyê Ewlehiyê yê Amedê Recep Guven, 7ê Cotmehê li Amedê civîneke çapemeniyê lidarxistibû û gotibû ku, “dema zarokek hildikişe çiya, di wê de berpirsyariya me hemûyan heye. Lawikê min yê wenda çûye çiya, xwezîka ez karibim xwe bigihînime wî. xwezîka min karibiya jiyaneke normak pêşkêşî wî bikira. Ez digrîm û dibêjim, xwezîka ez karibûma li ber terorîstbûna wî bibûma asteng. Yanê ji bo her terorîstekî jî ez xemgîn dibim.” Û berdewamiya axaftina xwe de recep Guven anîbû ziman ku, “kesên bi mirina gerîla negirî, ew ne mirov e.”

Ji ber vê axaftinê ku ji aliyê, di serî de serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û partiyên wek CHP û MHPê ve bi zimanekî tund hatibû rexnekirin, di derheqê serpolîs Recep Guven de, ji aliyê wezareta navxweyî ve lêpirsîn hate destpêkirin.

Wezareta navxweyî, di derheqê Gerînendeyê Ewlehiyê yê Dêrsimê Hayatî Yilmaz de jî lêpirsî daye destpêkirin.  

Back to top button