Polîtîk
Gelo wî pereyê hecê bidan Kurdên Rojava baştir nedibû?
Birêveberê Ragihandina Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Li 26 ê vê mehê Haciyên Kurdistanê vedigerin.
Her wiha Merîwan Neqşebendî ragihand ku îsal nêzîkî 2 milyon kes bûne hacî û li nav vê hejmarê jî 3720 Hacî ji Herêma Kurdistanê bûn.
Her çende heta niha nediyare heciyên Kurd çiqas pere xerc kirine, lê belê li gor hinek bîr û baweriyan ev pirs jî derdikeve holê, Gelo wî pereyê hecê bidan Kurdên Rojava baştir nebû? hinek dibêjin ew pereyê ku 3720 hecî li Mekkeyê xerc kirine, xêra xwe dabûyan Kurdên Rojavayiyan gelek baştir û xêrtir dibû.