Kultur
Eyloya Kurdistanî 750.000 dolaran hate firotin
Eyloyekî spî ya çiyayên Rojhilata Kurdistanê bi sedema şiyan û nêçîrê yek ji mînaktirîn eyloyên cîhanê ye li bazare Kuwêtê bi 750.000 dolaran hate firotin.
Rojnameya El Wetena Kuwêtî li vî derbarî de nûçeyek belav kiriye ew eylo spiye heta roja dûşema derbasbûyî azad bû û mijulî nêçîrê bûye. Bazirganên Kuwêtî û nûnerên bazirganên welatên Erebî ji bo kirîna wê rikeberiya hevdû kirin 9 kesên pîsporê nêçîrê li rêya şandina kevokek ku dawiya nêçîrê eylo jî li gel bû karîn wî eyloyî bigrin.
Nûçeya girtina wî eyloyî li rêya torên civakî ve belav bûye û ev mezada vekirî li rêya alîgirên nêçîrvanên teyr û tiluran birêveçû.
Her wiha rojnama Kuwêtî dide zanîn ku ev eylo li çiyayê bilindê Rojhilata Kurdistanê dijî.