Polîtîk
Bila Kurd û Tirk Bale bikin
Tan Sagturk Baletê navdarê Tirk ku berî 15 salan li Diyarbekirê Xwendingeha Baleyê vekiribû dibêje; Em dixwazin Kurd û Tirk bibin bira û bila pêkve bale bikin û govendê bigrin.
Baletê navdar dide zanîn ku wî berî 15 salan li Diyarbekirê xwendingeh vekiriye û li wir ji bilî dersên Bale, dansa nûjen, piyano û kemanê dersên fêrbûna zimanê Tirkî, Rusî û Çînî jî didin.
Her wiha Tan Sagturk dibêje berî 15 salan dema ku Kurdî qedexe bû wan bi strana Kara Uzum Habbesi yekem car baleya Kurdî çêkirine.