Polîtîk

Gelo vê carê pirs çareser dibin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke bala dê serdana bexdayê bike û pirsa budceya sala 2014ê û pirsa hinartina nefta herêma Kurdistanê bi bazarên cîhanê bi rêya Tirkiyeyê digel berpirsên hikûmeta Bexdayê gotûbêj bike.

Li gor malpera  KDP.info sibê roja yekşemiyê 19.01.2014ê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi serokatiya şandeyekê ku, ji Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Alî Sindî wezîrê pilandanê û ji berpirsên wezareta fînansê a hikûmeta Kurdistanê pêk tê, serdana Bexdayê bike û digel serokwezîrê Îraqê û mezine berprisên Bexdayê re bicive.

Pirsa budceya sala 2014ê a Îraq û pirsa hinartina nefta herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê bi rêya Tirkiyetê dê mijarênserke yên danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bin.

 

Weke tê zanî roja 15ê vê mehê hikûmeta Îraqê, bêy razîbûna kurdan, budceya sala 2014ê a Îraqê pesind kir û gefên birîna budceya pişka herêma Kurdistanê jî kirin.

 

Back to top button