Cîhan

Barzanî: Em dest ji mafên xwe bernadin

Di çarçoveya serdana xwe de bo Ewropayê, îro roja şemiyê 18.01.2014ê li Vîyenaya paytexta Austiryayê, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji aliyê Hanz Fîşer serokomarê Austiryayê ve hat pêşwazî kirin û di civînekê de hijmareke pirsên aktuel di rpjeva Kurdistan, Îraq û herêmî de gotûbêj kirin.

Piştî civînê serkê Kurdistanê û serokomarê Austiryayê di preskonferensekê de naveroka civîna xwe ji mediyayê re eşkere kir.

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê behsa serdana xwe ya bo Austiryayê kir û got:

       Berî Hanz Fîşer bibe serokomarê Austiryayê, ew dostê meye, zêdetir ji 30 salan e em dostên hev in, ev serdana me bo Austiryayê serdana dost bo dost e.

       Civîna me digek seromarê Austiryayê gelek dostane bû, me li ser gelek pirs û mijarên giring û rewşa hermî û rewşa cîhanê gotûbêj kir. Li ser tev pirsan dîtinên me nêzîkî hev in.

Li dor pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî serok Barzanî got:

 

       Nuha hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê li ser danûstandinan berdewam in û em hêvîdar in hemû pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê bên çareser kirin.  Destûra Îraqê pirsa çewaniya bikaranîna enerjî û neftê eşkere kiriye û herêma Kurdistanê jî, di warê neft û enerejiyê de, li gor destûrê tevdigre. Em tu carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin

Back to top button