Polîtîk

Gelo teqîna Libnanê encama êrîşekî ye!

Li paytextê Libnanê Beyrudê teqînek gelek bi hêz çêbû. Di encama teqînê de Beyrut hemû hejiya û 100 kesî jiyana xwe ji dest da û hêjmara birêndara gihat 4 hezar kesî.Hêja gelek kes di bin kavlên avahiyên xirabû de hene. Her gavê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn û birîndara dikare zêde bibe.

Gelek nirxandinên cuda ji bo vê teqînê hatin kirin, ji ber ku hêzbûna teqînê wek bombeyek atomê bû. Piraniya ajansan sedemê teqînê pirsên xwezayî ve gêrêdan.

Piştî bûyera teqînê hukumeta Libnanê 2 heftî wek qonaxa awarte ragihand.Li gora hinek agahdariyên ku nehatin belavkirin de tê gotin ku, Îranê gelek çekên nûkleer dane Hizbullaha Libnanê û ev çek di depoyan de hatine parastin. Lê istixbarata hinek dewletan ev agahdarî destve anîne û encama vê yekê jî êrîşê depoya ku ev çek tê de hatine parstin hatiye kirin û ev teqîn encama êrîşekiye.

Serokê Amerikayê Donald Trump jî di derbarê Teqîna Beyrudê konferansek çapemeniyê de axivî û got: “Em sersaxiyê ji bo gelê Libnanê dixwazin. Di teqîna li Bayrudê de gelek insana jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûne.“

Berdewamiya axavtina xwe de Trump dibêje: Emê ji bo arîkariyê li wê derê bin, ev wek êrîşek mezin dixwayê.
Ev gotina Trump xwe jî dide xûyakirin ku , encama êrîşekî ev teqîn pêkhatiye. Dê demek nêzik de di vê derbarê de daxûyaniyên fermî bêne dayîn û sedemê vê teqînê jî eşkere bibe.

Back to top button