Polîtîk

Kêşeya navçeyên Kurdistanî ber bi ku ve diçe?

Heta niha jî hewlên ji bo te’rîbkirin û guhertina demografyaya axa Kurdistanê li navçeyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê berdewamin, 15 sale Kurd çaverê dike kêşeya wan navçeyan li gor maddeya 140 ya destûrê bêne çareser kirin, li beramber da hîç destpêşxeriyek ji aliyên Iraqê ve nayê dîtin.

Ciwan Rojbeyanî Seroka Lîjneya Navçeyên Kurdistaniyên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê li Parlemen dibêje: “Li gor maddeya 140 ya destûrê, divê Erebên hawirde ku bi zorê hatibûn, wan navçeyan bi cîh bihêlin û vegerin parêzgehên xwe. Gelek ji wan berê hatibûn qerebûkirin, lê belê dixwazin dûbare wan navçeyan dagîr bikin ku Kurd vala kirine.

Her wiha dibêje: Kurdên koçber jî vegerin navçeyên xwe, paşê serjimêrî bêkirin û piştî wan jî rapirsiye, ew rapirsî bûye kêşe û Bexda naxwaze bike û vê qonaxê de rapirsiyê bike”.

Back to top button