Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan li gel xelkê Lubnanê ye

Serokê Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên teqînên Beyrûtê derbirî û sersaxî û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û xizmên qurbaniyên teqînê kir.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li twittek da balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan li vê rewşa dijwar da li gel xelkê Lubnanê ye.

Peyama Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê de hatiye nivîsîn: Bîr û hizra me li gel Lubnane û lava û nizayên me ji bo qurbaniyên teqîna wêrankera îro ya Beyrûte. Serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û hevalên qurbaniyan dikim. Herêma Kurdistanê li vê dema dijwar de li gel xelkê Lubnanê daye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: