Nivîsar

Gelo PYD li Kurdistaneke azad yan li jêr kontirola rijêma Esed e

Gelo PYD li Kurdistaneke azad yan li jêr kontirola rijêma Esede de ye, ev manşet navê gotarekê ye di rojnameya Xebat de hatiye weşandin û dibêje ku, girêdana çarenivîsê rojavayê Kurdistanê bi PYDê ve paşerojeke wek çarenivîsê Beşar Esed nişa me dide. Ev yek jî wê yekê ji me re dibêje ku, li wê parçeya Kurdistanê kurdan paşerojeke ronak nabe, çunkî PYd û Beşar Esed di yek çeperê siyasî de ne û axa Kurdistanê kiriye qada şerekî giran.

Rojnameya xebat dinivîse ku, PYD bi hêza çek deverên rojavayê Kurdistanê îdare dike û rê ji tu hêzên din re nade beşdariyê di îdarekirina herêma rojavayê Kurdistanê de bikin û PYDê sîstemek totalîter vakiriye û digel hemû neyarên Beşar Esed di nav şerî de ye, ji ber vê yekê ya li rijavayê Kurdistanê diqewime çênabe navê şoreşa kudî lê bê kirin.

Li gor xebatê, PYD şerekê taktîkî û tije guman digel Bereyê Nusra dike. Pirs eve: Gelo sedemê destpêkirina şer digel Nusre de çi bû? kê ji wî şerî qazanc dike? PYD çima pişta xwe da rêkeftina Hewlêrê? Eger rêkeftina Hewlêrê cîbicî bikraya nuha doza kurd li rojava di çi qonaxekê de bûya?

Back to top button