8. Konferansa Mamostayên Zimanê Dayik birêveçû
Îro dûşem 28/10/2013 bi çavdêriya Dr. Îsmet Mihemed Xalid Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê û Dezgeha Karubarê Xwendekaran li Swêd û xwendekarên Sêltgord ya li bajarê Stokholm û bi hevkariya Parêzgeha Hewlêr li hola Pêşewaya Wezareta Rewşenbîrî li bajarê Hewlêr 8. Konferansa Mamostayên Zimanê Dayik birêveçû heta 30ê vê mehê berdewam dibê.
Hêjayî gotinêye her yek ji Wezîrê Perwerde û Parêzgerê Hewlêr ji bo wan hewlê wan yê ji bo nasandin û pêşxistina zimanê dayik ya ji bo revenda Kurdî li wî welatî spasiya Hikumeta Swêdê kirin.
Wezîrê Perwerde piştî bi xêrhatina hemû aliyek got: Amadebûna we cihê dilxweşiya meye û xweşhalim bi beşdarî kirina li vê konferansê da, ez bawerim serdana we ya Kurdistanê peywendiya di navbera welatê Swêd û Herêma Kurdistanê bi hêztir dike û ew mamostayên li vir amadene cihê rêz girtinê ne.
Li beşekî dinê konferansê de Wezîrê Perwerde û Parêzgerê Hewlêr ji bo wan hevkarî û hêsankariyên ser xistina vê konferansê ji aliyê şanda Swêd ve rêz lê hate girtin.