CivakRojev

gelo-li-cihane-ciheki-ji-herema-kurdistane-xwestir-heye

Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê Ehmed Fekkak, teqezî li ser wê yekê kir ku pêwîste peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê zêdetir bên xurtkirin û got, li cîhanê ji Herêma Kurdistanê çêtir nîn e, bi taybetî di warê geştyarî, çand û şûnwarnasiyê de.

Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê Ehmed Fekkak, li Bexdayê beşdarî pêşangehek li ser xwezaya Herêma Kurdistanê bû ji K24 re got: “Gelo li cîhanê ji herêma Kurdistanê xweştir cîhek heye? Di van wêneyan de, bedewiya Herêma Kurdistanê ne tenê di warê geştiyariyê de, belku di warê derûnî, mirovî û afirîneriyê de jî xwe dide der”.

Fekkak bal kişand ku ew ê di Newrozê de bi hemahengiya Serokkomariya Iraqê beşdarî vekirina Mala Çandê ya Silêmaniyê bibin û got, “Em ê di Cejna Newrozê de li xwezaya bedew a Herêma Kurdistanê beşdarî şahiyên xweş bibin”.

Fekkak diyar kir ku di warê geştiyar, çand û arkeolojiyê de têkiliyên wan bi Herêma Kurdistanê re baş in

Back to top button