Gelo konferansa Parîs, dûbarebûna Peymana Sevr û Lozan e?
Wekî tê zanîn 15.09.2014 li Parîsa paytexta Fransa konferanseke navdewletî tê li darxistin û biryare li vê konferansê de çendîn dewletên herêmî û zilhêzên cîhanê jî beşdar bibin û li ser navê Herêma Kurdistana Iraqê jî şandekî ji başûrê Kurdistanê bi awayeke fermî beşdarî vê konferansê bibe.
Di derbarê sazkirina vê konferansê de Sîpan Elî bi taybet ji bo malpera Rojeva Kurd da zanîn ku ev konferans wê li ser dû babetan raweste, gelo wê dewleta Iraqê bi sîstemeke navendî ve bibe, yan wê bi sîstemeke federalî û piralî, an ku bi sîstemeke sê herêmên cûda cûda (Herêma Kurdan, Herêma Sunnî û Herêma Şîî) ve bibe.
Sîpan Elî di derbarê vê konferansê de got: Ev konferansa ku bê kirin wê dizayna Iraqê û sîstema Iraqê wê ji nû ve diyar bike û wê biryarê li ser rewşa paşarojê ya kêmneteweyên ku li Iraqê dijîn bide. Heman demî de ev konferansa ku li Parîsê tê li darxistin, dûbarebûna peymana Sevr û Lozane. Li konferansa Sevr û Lozanê de Kurd bi awayeke raste rast li ser navê xwe beşdarî van konferansa nebûbûn, lê vê carê Kurd bi navê xwe bi awayeke fermî beşdar dibin, lê em nizanin ka wê biryar li ser berjewendiya Kurdan de bê wergirtin an ku dijî berjewendiya Kurd û hemû kêmneteweyên Iraqê be.
Her wiha berdewamiya axaftina xwe de Elî got: Derfet li ber destê Kurdan de heye ku bikaribin vê konferansê ji bo xwe bikin peymana Sevr an jî Lozane. Helbet eve jî dikeve destê Kurdan û helwesta wan de, em hêvîdarin ku Kurd bi awayeke zîrekane di vê konferansê de beşdar bibin û biryar encamên vê konferansê li ser berjewendiya Kurdan da be.