Polîtîk

Gelo ji bo çi PDK-T di civîna tifaqêde ne amade bû

Ji berî niha HDPê li gel hinek aliyên kurd ji bo hilbijartinên herêmî deklarasyonek a tifaqa hilbijartina ragihandibû. Di navvan partiyên ku tifaq îmze kirîn Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye jî hebû.

Dema navê berbijêrên hinek deveran hate eşkerekirin, li qeza Diyarbekirê liÇinarê cihek dabû PDK-T û Ozan Kardas bibû berbijêrê hevserokatiya şeredariya Çinarê.

Dema navê Kardas hate eşkere kirin, gelek aligirên HDPê aciz bûn û li dijê vê yekê helwest dan nîşandan. Li dijê Ozan Kardas di medya civakî de gelek gotin hatin gotin û aligirên HDPê dan xûyakirin ku ew Kardas naxwazin. Piştre di medya Tirkî de, di vê derbarê de nivîs derketin.

Hinek rojnama nivîsên ku berê Kardas di medya civakî de taybetî di Twitterê de hatin belav kirin derxistin holê. Di van nivîsan de Ozan Kardas siyaseta PKK/HDPê rexne dike.

Piştî daxûyaniyên alîgirên HDP Ozan Kardas daxûyaniyek da û got: Piştî roja 22.01.2019ê HDPê berbijêriya min ya hevserokatiya şeredariya Çinarê eşkere kir,hinek aliyên ku têne naskirin li dijê min kampanyak destpêkirin û ev yek li giyanê tifaqê re nagunce. Tiştên ku di derbarê min de hatin nivîsandin ne rastin. Ew nivisên ku tê zanin min nivîsandine di hesabên sexte de hatine ragihandin. Ew nivîsandinên demekî de hatin nivîsandin hesabên sexte de hatin belav kirin,wek sedemek tê nîşandan û dijitiya min tê kirin.Bila ew aliyên ku dijitiya min dikin bizanibin ku,emê hilbijartinên Çinarê bi dengek mezin destve bînin, ew aliyên dijitiya min dikin bila bizanibin ku eme bi hevre serbikevin.

Roja 24.1.2019ê li Diyarbekirî HDPê bi rewresmekî de berbijêrên xwe dan nasandin. Di rewrismê de navê Ozan Kardas nehat xwendin û herweha Kardas ne li qada civînê bû.Li gora hinek agahdariya HDPê ji bo rewrismê bangî Kardas nekirine  û gotine newe civînê. Dê van rojan de rastiya vê pirsê derkeve holê.Lê heta vê gavê tu daxûyanî ji van aliyan derneketine.

Back to top button