Civak

Fraksyona PDKê bombebarana Tirkiyê li ser Kurdistanê şermezar kir

Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bombebarana Tirkiyê li Amêdiyê ku bûye sedema ji desdana jiyana welatiyên sivîl, şermezar kir û ragihand, di bin ti hincetan de nabe ku xelkên sivîl ên Herêma Kurdistanê bêne bombebarankirin.

Duh bi şev balafirên şer ên Tirkiyê çend navçeyên sînorî yên ser bi bajarokê Dêrelokê li navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê bombebaran kiribûn û di encamê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn .

Fraksyona PDKê di derbarê wê êrîşê de daxuyaniyek da û têde ragihand: “Mixabin careke din ji ber bombebarana Tirkiyê li navçeyên sînorî yên nêzîkî bajarokê Dêrelokê ya ser bi Amêdiyê ve, du welatî şehîd bûn û du kesên din jî winda bûne.”

Fraksyona PDKê ragihand: “Em bi tundî vê bombebaranê şermezar dikin û pêwîst e ew hêzên ku bûne hincet û sedema bombebaranan, milmilaniyên xwe nekin hincet, daku êdî xelkê sivîl û gundiyên Herêma Kurdistanê nebin qurbanî.”

Back to top button