Dema ku M. Kemal Ataturk û hevalên wî li hemberî Osmaniyan dest bi şerê desthilatdarî kirin, beşek berpirsiyarên kurdan gihîştin wê qenaetê ku M. Kemal û hevalên wan dê di dersthilatdariya xwe de ji Osmaniyan zêdetir mafê kurdan qebûl bikin. Loma jî di Kongreya Erziromê û Sîvasê de biryar dan ku piştgiriya M. Kemal Ataturk û hevalên wan bikin.
Dîsa kurd bi vê aqlî û zihniyetê bûn damezrênêrê îttîhad-Terakkîyê.
Lê dema ku M. Kemal û hevalên wan desthilatdar bûn û Dewlat a Kemalıst ava bû û bi Peymana Lozanê jî rewabûna Dewleta Kemalîst hat erê kirin û Kurdistan parçe bû, mafê kurdan pejirandinê em bidin aliyekî, hebûna miletê kurd înkar kirin. Gotin ku “Kurd tirk in, Kurd miletekî cihê nîn e.” Loma jî di çarçeweya Dewleta Kemalîst de ji bona ku kurd asîmîle bibin û bibin tirk hewildanek nîjadperestî û şovenîstî bi plân û sîstematîk hat meşandin.
Hemû mafên miletê kurd hatin qedexe kirin. Ew kesên kurdî qise kirin, bi cezayê hepsê û peran yên giran hatin bersîv kirin.
Ew kes û berpirsiyarên rêxistinên ku ji bona mafên miletê kurd xebat dikirin û mafên miletê kurd daxwaz dikirin, bi awayekî gelek tûnd û giran hatin ceza kirin û hatin kûştin.
Ew tevgerên milî yên, ku mafên miletê kurd daxwaz dikirin û diparastin di navbeya salên 1919-1938-an de bi qetlîaman hatin temirandin. Serokên wan tevgeran hatin kûştin û hatin îdam kirin. Bi hezaran şerwanên kurdperwer hatin kûştin. Bajar, bajerok, gundên kurdan hatin şewitandin. Kurdistan hat vala kirin û kurd mecbûr bûn ku biçin li rojava li bajarên tirkan rûniştvan bin. Tirk jî, encama siyaseta dewletê li Kurdistanê bi cîhwar bûn, ji bona ku kurdan bikin tirk.
Di sala 1980-yî dema darbeya leşkerı ya faşîst pêk hat, zimanê kurdî li mal jî qise kirin hat qedexe kirin.
Ev siyaseta fermî ya dewletê heta sala 1993-an serokwezîritiya Turgut Ozalî dom kir.
Her çiqas Ozal jî di sala 1983-an de bû serokwezîr jî encama siyaseta fermî ya dewletê ji bona kurdan tu nêrînek neanî ser zimên.
Ozal bes di sala 1993-an de de diyar kir ku li Tirkiyeyê 12 mîlyon kurd hene. Ew xwediyê maf in. Ji bona çareserkirina pirsa miletê kurd federasyon jî dikare bê niqaşe kirin.
Ozal her çiqas qedexeya zimanê kurdî ya di makezagonê de rakir jî, ji bona mafên kolektîf yên kurdan gavekî din nikarî bavêje.
Lê Ozal bi helwest li hemberî kurdan gelek nerm bû. Wî bi partî û serokên Başûrê Kurdistanê re danûstandin kir. Îzin da ku partiyên Kurdistanê li Enqereyê buroyên xwe vekin û serokên Başûrê Kurdistanê bên biçin Tirkiyeyê û di ser Tirkiyeyê re bi dinyayê re danustandin bikin. Dema ku hukuımeta Kurdistanê jî ava bû, ev pêwendiyên xwe domand. Hukumeta Kurdistanê li Enqereyê jî berpirsiyariya xwe ava kir.
Heke Turgut Ozalî hatibe kuştin, sedem, helwesta wî ya di derbarê kurdan de bû.
Piştî Ozal, Suleyman Demîrelî, Erdal Înonuyî, Mesud Yilmazî, Tansu Çîllerî jî realîteya kurd qebûl kirin. Lê bes di dema hukumeta Bulent Ecevîtî de ji bona qursa zimanê kurdî biryar hat girtin. Di TRTê de rojê nîv saetekê bernameyek bi kurmancî û zazakî hat weşandin.
Serokwezîr R. T. Erdoganî, di sala 2005-an de li Amedê di civınek giştî de diyar kir ku “Pirsa kurd heye. Dewletê li kurdan dewletê neheqiyên mezin kiriye. Divê dewlet bi van şaşiyên xwe re rû bir û bibe. Ev pirsa pirsa min e. Ev pirsa dê di çarçeweya demokrasî û zêdetirîn azadiyan de çareser bibe.”
Lê piştî ku çû Enqereyê, li hemberî tepkiyên hêzên dewletê û leşkeran nikarî raweste
Hezar mixabin piştî ev axevtina serokwezîr, demek dirêj tu gav jî nehatin avêtin.
Hukumeta AK Partiyê di sala 2009-an de diyar kir ku dê di mafên miletê kurd de gav bavêje. Ji bona vê projeyek diyar kir. Lê di nav demê de ev projeya “Vebûna Kurd” rengekî nexweş qezanç kir. Derket holê ku gavên girîng dê nayên avêtin. Di nav pêvajoyê de jî ew rastiya derket holê.
Lê gavên nebingehî yên hatin avêtin jî hene: Vekirina telewîzyonek kurdî û di zanîngehan de beşên ziman û edebiyada kurdî vekirin, li girtîxanan bi azadî kurdî axevtin, gavên din yên biçûk.
Dema ku ev gavan dihatin avêtin jî, ji bona mafên kollektîf yên kurdan, bi taybetî jî li ser perwerdehiya zimanê kurdî niqaşeyên gelek fireh û kûr hatin rojevê.
Encama van gengejiyan, di reya giştî de li ser perwerdehiya zimanê kurdî lihevkirinek pêk hat.
Hezar mixabin di wê merheleyê de cîgirê serokwezîr Bulent Arınç ku di nav hukumetê de xwediyê giraniyek taybet e, diyar kir ku “ziamnê kurdî zimanê medeniyetê nîn e. Bi zimanê kurdî perwerdehiyê nabe.”
Ev daxuyaniya Bulent Arinç, di raya giştî de û bi taybetî jî di nav kurdan de tepkî û reaksîyonek mezin dît. Bulent Arinç mecbûr bû, ku xwe binirxîne û ji nêrînên xwe dev berde.
Piştî hukumetê biryar da ku zimanê kurdî dê di dibistanan de bibe zimanê bijar e; vê biryara bi xwe jî nêyeta hukumetê derxist holê, ku hukumet di mafên kollekjtîf yên miletê kurd de xwediyê samimiyetekê nîn e.
Daxuyaniya Burhan Kuzuyî jî ji bona vê bû delîlek. Burhan Kuzuyî, çend roj berê diyar kir, ku “daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî karekî şeytanî ye.”
Dema ku taybetiyên Burhan Kuzuyî yên di nav partiyê û hukumetê de ji ber çav bên derbas kirin, girîngiya gotina wî derdike holê. Burhan Kuzuyî îdeologê partiyê ye. Profesor e û hiqûqzanê ye. Serokê Komîsyona Makezagonê ye.
Ew daxuyaniya Burhan Kuzuyî jî derdixe holê ku hukumet naxwaze ku di pirsa mafên kolektîf yên miletê kurd de gavan bavêje.
Hîç şik tune ye ku pirsa miletê kurd: a) Pirsek milî ye, b) Pirsa çarenivîsiya miletê kurd e, c) Pirsa azadî û rizgariya miletê kurd e, pirsa ku miletê kurd jî wek her miletekî bibe xwediyê her mafekî ku mafê desthilatdarî û serwerî jî di serî de, d)Di heman dem pirsa kurd, dewletbûna miletê kurd e.
Lê di ev merhelaya miletê kurd têde dijî de, dema ku miletê tirk jî bixwaze, ku bi kurdan re ji aliyê maf û statuya siyasî de bibe wek hev, wê demê jiyanek nû di çarçeweya dewleta federal de jî dikare bê ava kirin û rêxistin.
Pirsa kurd di hemandem de pirsa Dewleta Tirk, Faris û ereban in. Pirsa Rojhilata Navîn e. Loma jî bi awayekî palyatîf pirsa miletê kurd çareser nabe û miletê kurd jî ji çareseriyên palyatîf re razî nabin.
Yanî divê dewlet bibe dewleta kurd û tirkan. Ew jî bi dewleta unîter, otorıter, netewîbûna tirk ya dewletê nabe. Divê dewlet bi awayekî radîkal bê gûhertin.
Gelo dema Hukumet li dijî perwerdehiya zimanê kurdî be, dê dewletê çawa bike dewleta kurdan û tirkan?
Amed, 23. 10. 2012
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])