Cîhan

Xelata Sakharov dane aktîvîstên Îranî

Xelata Azadiya Ramanê a Sakharov a 2012 an, du aktîvîstên Îranî yên ku di girtîgehê de ne wergirtin. Parêzvana mafê mirovan, parêzer Nesrîn Stude û derhêner Cafer Penahî layiqa xelatê hatin dîtin. 

Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî (FIDH) û Komeleya Mafê Mirovan a Îranê (LDDHI) jî, Sutude û Penahiyê ku hîn di girtîgehê de tên girtin, xwestin ku bêne berdan. Sutude, di sala 2010 an de hatibû girtin û bi hinceta, “li dijî rejîmê propaganda” û “çalakiya dij ewlehiya netewî” hatibû sûcdarkirin û 11 sal cezayê girtîgehê dabûnê. Sutude, ji pişeya parêzeriyê jî hatibû men kirin. Sutude, ji ber astengkirina hevdîtinan a  bi malbata wê re, vê mehê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Dîsa desthilatdara Îranê, derketina derveyî welêt a hevjîn û zarokên Nesrîn Sutude jî qedexe kiribû. 

Derhêner Cafer Penahî, ku bi fîlmên xelatgir yên wek “Offside”, “Zêra Bixwîn”, “Çember” û “Pifika Spî”, li Îranê pirsgirêkên civakî bi şêweyeke mirovî, bi rêya sînemayê vedibêje, ji aliyê desthilatdara Îranê ve 6 sal cezayê girtîgehê xwaribû. Dîsa ji bo Penahî, cezayên 20 sala yên wek, derketina derveyî welêt, fîlm kişandin û hevpeyvîn dayîn, hatibû birîn. Penahî, bi hinceta, “li dijî komara îslamê propaganda kiriye” ceza xwaribû. 

Cara ewile ku Xelata Azadiya Ramanê a Sakharov didine Îraniyan. 

Xelat, di sala 1988 an de Serokwezîrê berê yê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela, di sala 1995 an de jî Leyla Zana, ji ber ku li meclîsê bi zimanê dayika xwe axifî  û cezayê 10 sal girtîgehê xwaribû, wergirtibûn.   

Back to top button